
DIRBÊSIYÊ
Ji rêveberiyê hişyariya derbasbûnê
Piştî ku hejmara welatiyên ku koçî Başûrê Kurdistanê dibin zêde bû, her wiha hin tê gotin hinek welatî ji bo ku derbas bibin raporên tenduristiyê yên sexte bikar tînin. Li ser vê yekê rêvberiya Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de biryarnameyek weşan û mercên derbasbûna welatiyan ji bo Başûrê Kurdistanê destnîşan kirin. Rêveberiyê da zanîn ku pêwîste li ser raporên tenduristiyê mohra Meclisa Tenudristî ya herêmê hebe.
Di biryarnameya ku li navendên tenduristiyê yên herêma Cezîrê hate belav kirin ev tişt hatin gotin:”Ji ber ku li deriyên sînor ê Sêmalkayê komîteya pispor a tenduristiyê tune ye, pêwîste li ser raporên tenduristiyê mohra meclisa Tenudristî ya herêmê hebe. Hel û mercên dayîna rapora tenduristiyê jî wiha ne:
1- Pêwîste raporên tenduristiyê bi bi awayekî nivîskî be, pêwîste li ser belgeyê navên endamên komîteya tenduristiyê, navê kesê nexweş û belgeyên nexweşiya wî hebin.
2- Bi her nexweşekî re tenê kesek dikare wek alîkar derbas bibe, kesê alîkar pêwîste ji xizmên nêzîk be (bav, dayik, xweişk, bira yan jî zarokên kesê nexweş).
3- Endamên komîteya tenduristiyê ji bo rastiya raporê li pêşber dadgeriyê berpirsyar in.
4- Ji roja 1`ê sibata 2014`an û şûnde nexweşên ku bêyî rapora fermî a tenduristiyê serî li deriyê Sêmalka didin dê bêne vegerandin.
Rêveberiya deriyê Sêmlaka ji bilî nexweşan ji bo kesên ku dixwazin derbasî Başûr bibin ev hel û mec desnîşan kirin:
1- Kesên ku li dadgehên Başûrê Kurdistanê dozên wan hebin (pêwîste ku belgeyên fermî nîşan bide).
2- Hemû xwendekarên peymangeh û zanîngehan ên ku li Herêma başûrê Kurdistanê dixwînin (pêwîste belgeyên germî nîşan bide).
3- Hemû welatiyên li Herêm Başûr dikarin derbas bibin (pêwîste belgeyên germî nîşan bide).
4- Hevgihandina malbatan: pêwîste malxweyê malbatê bi belgeyên fermî nişteciyê Herma Başûrê Kurdistanê be û li wir kar bike, malxweyê malbatê dikare malbata xwe bixwaze cem xwe.
DÊRIK