Ji ber ku di êrîşên çeteyan de gelek avahî xirab bûne, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû derfetên xwe hewl dide alîkariya welatiyan bike û wan bicîh bike. Bi vê armancê jî komîteyek alîkariyê hatiye avakirin û ev komîte li Mala Gel xebatên xwe dimeşîne.
Komîteya Alîkariyê her 15 rojan hejmara şêniyên bajêr ji bo bealvkirina alîkariyan di hejmêr e. Li gorî agahiyên ku ji Komîteya Alîkariyan hatine wergirtin, heta niha bi giştî 1470 malbat vegeriyane Kobanê ji vana 940 malbat ên li aliyê rojhilat, 303 malbat ên aliyê başûr û 227 malbat jî yên aliyê rojavayê Kobanê de.
Welatiyên ku vedigerin berê xwe didin Mala Gel a Herêma Kobanê û alîkariyê dixwazin. Berpirsyarên Mala Gel û gelek endamên sazî û rêxistinên bajêr di van xebatan de cih digirin û ji welatiyan re cîh peyda dikin. Her wiha pêdiviyên jiyanî yên wekî xwarin û vexwarinê ji wan re peyda dikin.
Avahiyên li milê rojvava pir zirar nedîtine, ji ber vê yekê jî endamên Mala Gel welatiyên ku bêmal mane li van deran bicih dike û pêdiviyên wan peyda dike.Mala Gel her wiha her 15 rojan carekê alîkariyê li welatiyên bajêr ên hersê eniyan belav dike. Lê bi zêdebûna hejmara malbatên ku rojane vedigerin, Komîteya Alîkariyan gelek zehmetiyê dikişîne û banga alîkariyê kir.
KOBANÊ