Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E´yê ji bo meşên 14´ê Kanûnê bang kir ku ji bo Rojava têne kirin. Di bangawaziyê de tê gotin; “Eger em berxwedanê mezin bikin em ê encamên dîrokî bi dest bixin.”
Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta Tirk a 9´ê Cotmeha 2019´an destpêkirî tê destnîşan kirin û armancên vê dagirkeriyê yên qirker û îlhaqê têne ziman û tê gotin, dewleta tirk a qirker bi erêkirina Emerîka û Rûsyayê êriş û dagirkeriya xwe didomîne û li pêş çavê cîhanê hemûyî 8 zarok li Til Rifatê qetil kirin.
Di daxuyaniyê de girîngiya qada navneteweyî tê destnîşankirin û tê gotin, herî dawî dewlet Tirk a qirker li civîna NATO ya li Londonê teniya rûyê wê hatiye şuştin û careke din rê lê vekirine. Lê berxwedana me dor li wan teng kiriye.
Di dawiyê de tê gotin, wê 14´ê Kanûnê bi pêşengiya Defend Rojava, Women Defend Rojava û Rise Up for Rojava meşên înternasyonal li tevahî cîhanê pêk bên û banga beşdarbûnê li her kesî tê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Ji bo parastina Rojava li Brukselê bin
TJK-E’yê li dijî êrişên dagirkeriya qirker ên dewleta Tirk ji bo parastina Rojava û li dijî qirkirina jinê bang kir da ku her kes tevlî meşa 11’ê Kanûnê ya li paytexta Belçîkayê Brukselê bibe.
TJK-E’yê ji bo parastina Rojava bang li her kesî kir ku 11’ê Kanûnê li Brukselê li hev kom bibin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye û hate gotin, “Sîstema jiyana azad û demokratîk a gelane. Ji ber vê yekê rejîma Erdogan a faşîst ku nîşaneya sîstema hegemonîk a serweriya mêre, êrişî Rojava dike ku qir bike û dagir bike. Bi vê armancê jî destpêkê jinê dike hedef. Di nava du mehan de li Rojava gelek jin, zarok, sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn û ji warê xwe hatin koçberkirin. Bi her rengî komkujî û tundî li jinên Rojava hate kirin û ev rewş roj bi roj giran dibe.”
Li dijî vê yekê TJK-E’yê bang li her kesî kir ku di 11’ê Kanûnê de li Brukselê tevlî meşê bibin û bang li saziyên navneteweyî jî kir ku wezîfeya xwe pêk bînin.
NAVENDA NÛÇEYAN