
Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê bi organîzeya Meqamê Çand û Huner ê şaredariyê (KUF) filma 14´ê Tîrmehê tê 15´ê Kanûnê bê nîşandan. Filma ku bi Kurdî û Tirkî ye, wê bi jêrnivîsa Elmanî bê nîşandan.
Filma Haşim Aydemir ku sala 2016´an hat çêkirin, diyarî “wan mirovan tê kirin ku jiyana xwe di ber rûmeta mirovan de ji dest dane“.
Film behsa êşkenceya ku li girtîgeha Amedê, piştî darbeya eskerî ya 12´ê Îlona 1980´yî li Kurdan û demokratan hatî kirin dike. Li navenda wê jî berxwedana mezin a girtiyên ji doza PKK´ê a 14´ê Tîrmehê heye ku weke berxwedana mezin a rojiya mirinê tê nasîn.
Di danasîna filmê de KUF dibêje, bûyerên îro yên li Tirkiyeyê jî dikarin bi lêvegereke li wan salan û wê serdemê bên fêmkirin. Komeleya civaka Kurd a li Nurnbergê Mala Gel a Medya di organîzasyonê de cihê xwe digire û ji bo temaşekirina filmê ji temaşevanan wê pere neyên standin. Film wê 15´ê Kanûnê li avahiya Villa Leon a KUF´ê bê nîşandan li navnîşanan “Philipp-Koerber-Weg 1, 90439 Nurnberg“.
NURNBERG