Li Efrînê berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê li dijî dagirkerên Tirk û çeteyên wê didome. YPG‘ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di navbera 29’ê Nîsan û 8’ê Gulanê de dagirkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin. Li Efrînê çalakiyên YPG‘ê yên li dijî esker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker didome. YPG‘ê ragihand ku di nava 9 rojan de 15 esker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û herî kêm 5 jî birîndar in. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG‘ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 9 rojan a çalakiyên şervanên YPG û YPJ‘ê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir. Di daxuyaniya YPG´ê de hat bibîrxistin ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de, hêzên wan li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên xwe didomînin û wiha dewam kir: ”Di encama çalakiyên hêzên me yên di navbera 29’ê Nîsan û 8’ê Gulanê de, 15 esker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 5 çete û esker jî birîndar bûn.” Detayên çalakiyan YPG´ê detayên çalakiyên di navbera 29’ê Nîsan û 8’ê Gulanê de pêkhatî wiha rave kir:” - Di 29’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî li herêma navçeya Mabeta û hawirdorê wê operasyoneke berfireh li dar xistin. Operasyon bê encam ma û paş de vegeriya. Li Şera du çete hatin kuştin - Di 30’ê Nîsanê de li herêma di navbera gundên Kefermezrê û Meraskê yên girêdayî navçeya Şera de di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerekî demkurt qewimî, di encamê vê de du çeteyên artêşa dagirker birîndar bûn û eskereke artêşa Tirk a dagirker hate kuştin. Li hember yekîneyên artêşa dagirker çalakî - Di 3’ê Gulanê de, di çalakiyeke de ku ji alî hêzên me li hember yekîneyên artêşa dagirker ên li taxa Mehmûdiyê hat lidar xistin, herî kêm eskerekî Tirk hate kuştin, 2 jî birîndar bûn. - Di 5’ê Gulanê de li ser Çiyayê Hawar artêşa Tirk a dagirker 3 êrîşên hewayî pêk anîn lê encamek ji van êrişan negirt. Êrişî gundiyan kir - Di 5’ê Gulanê de hêzên me, li herêma di navbera gundên Basûfanê û Behiyê yên girêdayî navçeya Şêrawa de kemînek li hember çeteyên artêşa dagirker danîn. Di encama çalakiyê de di hundirê seyareyeke eskerî de 4 çeteyên Ehrar Şerqiyye û her wiha eskerekî artêşa Tirk a dagirker hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker tevî çeteyên xwe êrişî niştecîhên gundên herêmê kir. - Di 5’ê Gulanê de li navenda navçeya Cindirêsê li hemberî çeteyên Ehrar Şerqiyye çalakiyek hat lidarxistin û di encamê de 3 çete hatin kuştin. Du çeteyên ku navên wan hatin zelalkirin:  Elî Elderî û Mistefa el-Xelîl in. 5 Efrînî revandin - Di 6’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve li derdora bajarê Efrînê operasyonek lidar xist. Di nav operasyonê de 5 hemwelatiyên Efrînê ku di nav de jin û zarok jî hene, ji alî çeteyan ve hatin revandin. - Di 8’ê Gulanê de, hêzên me li hember Tumena 23. ya li ser rêya di navbera Cindirêsê û gundê Hemamê de ye çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de 4 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Hate zelalkirin ku ji çeteyên hatine kuştin yek bi navê Xelîl Sahîd ku ji Xaba ye, Mihemed Abdul Casim jî ji Seraqîba Idlîbê ye. Her wiha çeteyê ku birîndar xelas bû jî li nexweşxaneya eskerî ya li navçeya Cindirêsê tê dermankirin û rewşa wî giran e. Dîsa di heman rojê de li derdorê gundê Dêrbelûtê eskerekî artêşa Tirk a dagirker di encama sûîkastê de hate kuştin.” EFRÎN


5 berpirsyarên DAIŞ’ê hatin girtin

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê di roja 11’emîn de gihîştin Çemê Firatê. Her wiha di roja dehan a Pêngava Fînalê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ya ku li Dêra Zorê dabû destpêkirin, hat ragihandin ku 5 berpirsyarên payebilind ên DAIŞ’ê hatine girtin. Şervanên QSD qadeke berfireh ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir û gihîşt Çemê Firatê. Gundê Bakozê niha ji aliyê şervanên QSD’ê ve dorpêçkirî ye. Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya di Pêşengtiya DYA’yê de Riyan Dîllon, di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama operasyona QSD û artêşa Iraqê de 5 berpirsyarên bilind ên DAIŞ’ê bisaxî hatine girtine. Hate diyarkirin ku çeteyên hatine girtin berpirsyarên Dêra Zorê ne, hate gotin, 4 Iraqî û 1 jî ji Sûrî ye. Dîllon destnîşan kir ku bi operasyoneke taybet a hêzên QSD’ê û artêşa Iraqê berpirsyarên çeteyan hatine girtin. Koordînasyoneke xurt heye Dîllon got: “Girtina wan tê wateya derbeke xurt li DAIŞ’ê hatiye dayîn û ev yek nîşan dide ku koordînasyona têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya di navbera Hêzên QSD’ê û artêşa Iraqê de çiqas berfireh e.” Navê wan Navê her pênc berpirsên çeteyên DAIŞ’ê yên girtî wiha ye: Îsmail Alwan Salman El-İthawi (Ebu Zeyd el Iraki), Saddam Omer Yahya El-Jamal (Ebu ruqeya ensari), Muhammed Huseyin (ebu seyf el şeiti), Issam Abdulkadir El-Zobaie (Ebu Abdul Haq el Iraqî), Omer Şihab Hammad Karboulî (Ebu Hafs el-Karboulî). DERA ZORÊ