Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di encama operasyona artêşa Tirk di 17’ê gulanê de li ser xeta sînor a navçeya Qilaban a Şirnexê da destpêkirin de, di sê rojan de şer û pevçûnên dijwar qewimîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di navbera 17-20'ê Gulanê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnên dijwar qewimiye. Girên Meymûn, Kuruagaç, Kato Sûlê û herêmên Deriyê Dawetiya ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi dijwarî bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Piştî bombebaranê artêşa dagirker a tirk ji 3 baskan xwestiye pêş ve biçe. Di 18'ê Gulanê de di danê nîvro de 2 baskan dijmin ên dixwest pêş ve biçe li beramberî berxwedana gerîlayên me naçar maye paş de vekişe. Di vê navberê de li bi helîkoptêrên kobrayan herêm hate bombekirin. Li vir ji aliyê gerîlayên me li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyek hate lidarxistin.”
Di daxuyaniyêd e hat gotin ku piştî vê çalakiyê artêşa “dagirker” a tirk careke din bi helîkopterên kobrayan xwestiye herêmê bombebaran bike lê rastî berxwedana balefirkujan hatiye û negihaştiye armanca xwe. Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev agahî da; “Di 19'ê Gulanê de saet 08.30'an de li dijî leşkerê dijmin ê li ser Girê Meymûn çalakiyeke din hate lidarxistin. Di 20'ê Gulanê de (îroj) di saet 10.15'an de li dijî Girê Meymûn û dozera xwestiye rê veke ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakî û pevçûnên 3 rojan li vê herêmê qewimiye ji 15'an zêdetir leşker hatiye kuştin, bi giştî ya leşkerên birîndar û kuştÎ 33 ye. Operasyona li vê herêmê hîn jî berdewam dike û cîh cîh jî pevçûn berdewam dike. Di van pevçûnên 3 rojan de gerîlayekî me gihîştiye şahadetê bi gerîlayekî me jî têkilî qut bûye. Agahiyên di derbarê van hevalên me de dema zelal bû wê ji raya giştî re were ragihandin.”
ANF/BEHDÎNAN