Newaya Jinê 4’ê Nîsana 2005’an, bi dirûşma “Di jiyana we de rûpelekî nû” dest bi weşanê kir û 15 sal li xwe qulibandin.  Rojname ji roja ku dest bi weşanê kiriye û vir ve di warê weşangeriya jinê de rê li bipêşketinên girîng vekir.

Rojnameya jinê, Newaya Jin ku li Ewrûpayê mehane tê weşandin, 15 salên xwe yên weşanê qedandin. Newaya jin di 4’ê Nisana 2005’an de bi dirûşma “Di jiyana we de rûpelekî nû” dest bi weşanê kir. Rojname ji bo balê bikişîne ser şideta li dijî jinê, hejmara xwe ya yekê bi manşeta “Em ê rê nedin qirrkirinê” derxist. Newaya Jinê bi van gotinan armanca weşana xwe diyar kir: “Newa; li dijî hişmendiya ku nasnameya jinê û hebûna wê qebûl nake û di çewisînê, têdikoşe.”

Esasê wê jiyana jinan e

Rojnameya ku bi Kurdî û Tirkî weşanê dike, di 15 salan de 169 hejmar weşandin û li gel vê weşanê, pirtûk û broşur jî dan weşandin û gelek proje jî birin serî.

Newaya jin ku bi hezaran aboneyên wê hene li ser înternetê jî dikare bê şopandin. Newaya Jin li her mala ku ketiyê, bandora erênî li ser jiyana jinan kir. Lijneya Weşanê ya rojnameyê bal kişand ser xeta weşanê ya rojnameyê.

Lijneyê got, rojname ji ber pêdiviya jinên Kurd ên li Ewrûpayê ji bo mafên xwe têdikoşin, hat weşandin û ji bo wan jinan bû wekî destpêkekê.

Helwêsta zelal li dijî çapemeniya mêr

Rojnameya ku rojeva herêmê û ya cihanê bi nêrîna jinê raxist ber çavan, li dijî medyaya baviksalar wekî alternatîf hat weşandin û nûçeyên di warê jinê de weşandin. Lijneya weşanê ya rojnameyê wekî din got, bi rûpelên di katagoriyên çand-huner, rojane, spor, ekolojî, ciwan, û zarok de mijarên gelek girîng ên kurdistanî, cihanî, zarok û gelek mijarên din ên li ser têkoşîn û jiyana jinê hatin weşandin.

Herwiha rojname piştî ku dest bi weşanê kir, ji bo portreyên jinên ku di dîroka têkoşîna jinê de şopa xwe hiştine jî cih veqetand.

 

NAVENDA NÛÇEYAN