Di nava hefteyekê de zêdeyî 150 hezar kesî ji ber êrişên rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji herêmên bakur û rojavayê Sûriyê derketin. Li gorî NY‘î ji ber topbaran û bombebarana hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê li gundewarên başûrê Idlibê û bakurê Hemayê ku ev hefteyeke bi dijwarî pêk tê, 152 hezar kes ber bi herêmên bi ewle ve koç kirine.

Çeteyên koma Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) yên girêdaya dewleta Tirk a dagirker li Idlibê û beşên ji parêzgeha Heleb, Hemayê xistin bin kontrola xwe. Di 17’ê Îlonê de serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hevpeymanek li ser herêmeke bêçek çêkir ku ji parêzgehên Lazqiyê, Heleb, Idlib û Hemayê pêk tê.

Li gorî hevpeymanê diviyabû ku Tirkiye heta 10’ê Cotmehê çekên giran ji destê çeteyên li wan herêman bigire û heta 15’ê mehê çeteyan ji wir derxe. Lê belê Tirkiyeyê ev peyman dewam nekir.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres bang li hemû aliyan kir da ku rêzê bigirin ji qanûnên navdewletî û parastina sivîlan.

n NAVENDA NÛÇEYAN