Meclîsa Rêveber a Herêmên Şehba-Minbic ku di 9’ê Adara 2016’an de kongreya damezirandinê lidar xistibû, derbarê kiryarên çeteyên DAIŞ’ê yên li Minbicê de raporek amade kir.

Rapor bi çapemeniyê re nehate parvekirin, lê li gorî agahiyên ku rayedarên meclîsê dane, rapor kiryarên çeteyan ên ji meha Mijdara 2013’an heta niha vedibêje.

Rayedaran destnîşan kirin ku li gorî lêkolînên wan, di nava vê demê de (2013-2016), ango dema ku çeteyên DAIŞ’ê Minbic dagir kirin û heta niha hezar û 570 kesên sivîl hatine kuştin û revandin.

Ji van kesan 570 kes bi gulebaran û serjêkirinê hatine kuştin. Ji kesên hatine kuştin jî 160 kes bi hinceta ku têkiliya wan bi Artêşa Azad re heye hatine kuştin.

Zêdetirî hezar kesên sivîl ku ji pêkahteyên Ereb û Kurd in, bi hincetên cuda hatine revandin. Malbatên kesên ku hatine revandin, heta niha derbarê rewşa xizmên xwe de tu agahî negirtine.

Endamên Meclîsê diyar kirin ku wan ev rapor di encama danustendinên bi welatiyên herêmê re û li ser agahiyên rast amade kiriye. 


 ANHA/KOBANÊ