Tecrîd, di selvegera bêbext de hîna berdewam dike. Pêwiste ev salveger bibe, azadiya Birêz Abdullah Ocalan.


15 Sıbatê, çiqasî rojeke bêbextiya rûreşî be jî, hewqasî, destpêka “xwe kuştina hişmendiya mirovahiyê” ye. Dibistana sîstema kapîtalîst, bi armanca dergehê dem û heyamekê bigire, dergehê dem û heyameke nû veke, li dijî Ocalan komplo kire pratîkê. Ev globalîzmê bû û lîberalîzm jî, eklektîzm jî hatin kuştin.
Tê zanîn ku, her du ideolojî jî, bingeha sîstema kapîtalîst in. Balkêş e ku, ev sîstem, ji roja pêşî û heta niha bûye çavkaniya faşîzm û faşîstan.
Gelek kes dibêjin, sîstem ji bo ku xwe nû bike pêdiviya faşîstan dibîne. Dijminatiya bi hişmendiya alternatîf re jî, di vê noqtê de kifş dibe. Faşîst, serhişk in, ehmeq in û nikarin bi serê xwe bifikirin. Ew girêdayî dibistana sîstemê ne û berçavikên wan, siyaseta yek-yekan e. Lewma gelekî diaxivin. Tenê ew diaxivin. Lê gelek hêzan di destên xwe de digirin. Aliyekî wan jî, (li welat û herêmê), Hespê Truwa ye
Îro, li Tirkiyê rewşeke wiha heye. Erdogan, otorîteya xwe ku gotina ji nava lêvên wî derdikeve kanun e, wek padîşahekê bê serbendê kulavî û bê xeftan e. Aliyê wî yê herî darîçav Hespê Truwa ye.
Di van rojên ku 15ê Sibatê nêzîk bûye de,  gelê Kurd jî, xwe ji bo pêvajoya nû amade dike. Di 14. slavegera komplo de, pêlên komplo bi dijwarî û di rengên cûda de berdewam dikin. Di qonaxa ku Rojhilata Navîn, ber bi agirekî berfireh û dijwar de diçê, komplo, li pênc eniyan tê meşandin; li Imralî, li çiyan, li bajaran, li Rojava û li Ewropa.
Aktorê nû yê hêzên global, Erdogan e, weke Mustafa Kemal, zend û bendên xwe ji bo muhendisiya nû ya civakê çikandine. Lewma Erdogan, civînên xwe yên dawî li Dolmabahçe çêdike. Di hendezyariya Mustafa Kemal de, “wesayeta artêşê” hebû û li ser “aîdîyeta Tirkî” hatibû rûnandin. Hendezyariya Erdogan, “wesayeta cemaetê” ye û li ser “aîdîtiyeta îslama Tirk” hatiye rûnandin.
Nijadperestiya Mustafa Kemal, li ser bingeha hêsa û arzan, weke “Serê Çiya Bi Duman e” û “Di deh salan de me tiştên gelekî mezin bidestxistin” bû. Erdogan, rengê gotinan guhertiye û heman ideolojiyê di cil û bergên kesk de derdixe pêş. Erdogan, îdeolojiya kesk, li ser bingeha “mehteran” û “dewşirmetiyê” rûnandiye. Di vê îdeolojiyê de, Erdogan bi Fetulmunkîr re hevkariyê dike. Girêdana Mustafa Kemal ya bi Rojava re, bermayiyên Îtîhadiyên ku li Ewropa dijîn bûn. Ya Erdogan Fetulmunkîr e û li Emerîka dijî ye.Aliyekî wî jî, rêxistiniya Cemaeta Gulen li Ewropa ye.
Mustafa Kemal, bi du aliyan hêza xwe sazkar kir;  Kurd Ismet û Tirk Celal Bayar, yanî Galîp Xoce!... Yê Erdogan jî, lingek Tirkên faşîst e, lingek jî Kurdên dewşirme ne.
Di 14. salvegera 15ê Sibatê de, du tiştên balkêş beramberî hev dimeşin. Ev jî metirsîniyek mezin derdixe holê. Yek, serketina gelê Kurd li Bakur û Rojava bi hemû xurtiya xwe berdewam dike. Du, di pêvajoya ku di şerê Suriye de, hêzên herêmê li ser dengeyên nû têne rûnandin de;  Tirkiya Erdogan, li dijî serketina gelê Kurd, weke Hespê Truwa derketiye holê ye.  
Balkêş e,  piştî fuzeyên patroît li Tirkiyê hatin bi cih kirin, Îsraîl êrîşî Suriye kir.
Balkêş e, piştî hevdîtina li Imralî, komkujiya li Parîsê pêk hat.
Balkêş e, êrîşên hêzên çete û paramilîter li Serêkaniyê ranawestin.
Balkêş e, hêzên hewayî yên artêşa rejîma Suriye li Helebê taxa Kurdan bombarduman kirin û ha ha kudên sifîl digirin diavêjin zindanan.
Balkêş e, piştî komkujiya li Parîsê, di navbera Tirkiyê û Belçîka de, 2 peymanên hevkariya li dijî terorê hatin imze kirin.
Belkêş e, di vê qonaxa ji bo çareseriya pirsgirêka Suriye, civînên li pey hev çêdibin, Tirkiye, koordinatoriya çeteyên paramilîter dike, dişîne Serêkaniyê;  ji aliyê din ve hêza xwe ya dîplomatîk bikartîne ku, Kurdên Rojava di sîstema nû ya Suriye de nebin xwedî statû.
Balkêş e, Emerîka Elqaîde û hêzên girêdayî Elqaîde teva dijmin dibîne, Erdogan û desthilatdariya AKPê, hêzên girêdayî Elqaîde destek dike.
Balkêş e, piştî komkujiya li Parîsê, heyeta CPT çû Îmralî, lê tecrîda giran ranebû. Balkêş e, hemberî ku dibêjin emê pirsgêka Kurd çareser bikin, Erdogan dibêje, “pirsgirêka me bi birayê me Kurd re nîne, bi terore re heye.” Ev terorîze-kirina gelê Kurd e û haqaret e. Pırgsirêka Kurd heye, mixabin hînadogan navê pirsgirêkê lê ne kiriye.
Balkêş e, di dema ku li Imralî hevdîtin têne kirin de, Erdogan hêzên leşkerî, ji Antakya heta bi Şemzînanê rêz dike û qereqolên bi aqil, yên bi bircik û kelih ava dike.
Di vê qonaxa ku sîstema cîhanê, stunên xwe yên bingehîn lîberalîzm û eklektîzm kuştine, dîktatorên weke Erdogan jî,  derkevine holê û bibin têba gelan.  li Misirê Muhaberek têk çû, lê Mursî hat. Li Tirkiyê jî Sultan Erdogan heye.
Gotina Dawî; Di 14. salvegera komploya 15ê Sibatê de; eger Erdogan di hevdîtinên li Imrlîa de dilsoz û durust e, dive 10 pirsên bi gotina “balkêş e” dest pê dikin ji holê rabin; Bırêz Abdullah Ocalan ji Imralî derbixin. Eger, hun aştiyê, wekheviyê, azadî û çareseriya demokratîk dixwazin; divê Ocalan li derve be, dikaribe bi eniya Kurdan re, siyasî, civakî, dikaribe bikevê nava têkiliyan, bi wan re biaxive, nîqaş bike û şêwra xwe bike.