Rojeke girîng ji bo hişyarbûna gelê kurd e.
Roja hêviyê ye.
Rojeke nemir.
Rojeke ku tu caran nayê jibîrkirin e.
Û rojeke ku di dîroka Kurdistanê de dê her dem bijî ye.
Di heman demê de salvegera komkujiya Şengalê ye.
Di vê êrîşê de bi sedan kes hatîbûn kuştin.
Bi sedan kes birîndar bûn.
Bi sedan zarok bê dê û bê bav man.
Bi sedan kes jî bê xanî.
Bajarek weran bû.
Bi hezarân xanî serûbinî bûn.
Ji nişkeve hêvî ji der çû.
Ji Şengalê çi ma?
Kesên neçar, zarokên sêwî...
Rewş hîn jî aloz e.
Mirovên herêma Şengalê hîn jî di bin tirsê de dijîn.
Rewşa aborî hîn jî ne baş e.
Rewşa polîtîk îro jî, hêvî nade gelê Şengalê.
Û dîsa di heman demê de darizandina girtiyên KCK’ê berdewam e.
Tehdîda li dijî gelê kurd berdewam e.
Parastina bi zimanê kurdî hatiye qedexekirin.
Doza li dijî Roj TV’yê di dadgehên Danîmarkayê destpê kir.
Kongreya DTP’ê hat lidarxistin.
Di 4’ê Îlonê de Kongreya Giştî ya BDP’ê dê were lidarxistin.
Operasyonên arteşa Tirk û Îranê her berdewam in.
Kampanya medyaya Tirkiyeyê li ser Murat Karayilan bê encam ma.
Û li Almanyayê kampanyaya YEK-KOM û rexistinên din ê derbarê nasandina nasnameya kurdî de di rojevê de ye.
Ez dixwazim li ser kampanyaya nasnameyê ya ku bi şêweyekî berfireh destpê kir, di nivîsên xwe yên pêşerojê de berfireh rawestim.
Dema ku ez li ser rewşa Kurdistanê rawestim û nêrînên xwe yên di dema gera min a dawîyê ya di dema hilbijartinê de bînim ziman, dikarim bêjim: Hikûmeta AKP’ê, polîtîkayên Tansu Çîller ên di salên 90’î de di rojevê de bûn, didomîne.
Bûyerên îro û yên di salên 90’î de dişibin hevûdû.
Di salên 90’î de her tişt îlegal bû.
Lê îro heman tişt bi awayekî fermî tê kirin.
Di dema Çîller de her tişt di bin „projeyên veşartî“ de dimeşiyan.
Îro Hikûmeta AKP’ê polîtîkaya Çîller dibiriqîne, lê zelal, vekirî û bê hempa:
Êşkence, girtin, kuştin û çewisandin her berdewam e...
Dema mirov dibîne ku dewletên Ewropayê li hember operasyonên leşkerî, ji ber dadgeha Roj TV’yê bê deng dimînîn, mirov dikare bêje; ev dewletan piştgiriya vê polîtîkayê dikin.
Bêdengiya Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê jî nîşan dide ku, ew jî li dijî vê polîtîkayê xwediyê pozîsyonê nîn e.
Ez fehm nakim; çawa Hikûmeteke Kurdistanê li gel kuştina sîvîlan bê deng dimîne.
Çima hê jî li gel qedexekirina televizyoneke kurdî bê deng dimîne?
Dîrok her dem dubare nabe; derfet ji bo rêyên nû her vekirî ne.