
Rihê 15’ê Tebaxê li her cihekî Kurd lê heyî bi şahiyan hate pêşwazîkirin. Bi taybet jî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê gel bi çalakiyên cihêreng 33’emîn salvegara teqandina fîşaka yekemîn a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, pîroz kir.
Tevgera Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd bi boneya salvegerê şahiyek orgenîze kir, di şahiyê de bi sedan niştecihên taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê amade bûn û di nava wan de nûnerên meclîsên taxê, şervanên YPG`ê û hêzên asayîşê jî hebûn. Şahî li salona Şêxmeqsûd a li taxa Şiqeyif hate lidarxistin.
Salon bi alên YPG, YPJ`ê û wêneyên tekoşerên li Şêxmeqsûd şehîd ketî, Mahsum Korkmaz û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat xemilandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Rêvebera TEV-DEM`ê ya Şêxmeqsûd Fehîme Silêman û Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir axivîn.
Axaftvanan 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Paşê koma şehîd Serhed a dîlanê, komên navenda çand û hunerê, govend gerandin û stran gotin.
Li Raco û Cindirêsê şahiyên taybet
Li herêma Raco jî, bi silogana “Bi rihê 15`ê Tebaxê emê sîstema Îmraliyê birûxînin û azadiya Apo misoger bikin” şahî hat lidarxistin.
Şahiyê bi vegera ciwanên ku tevlî meşa Yekîtiya Ciwanên Rojava bibûn, dest pê kir û gel ew bi tilîlî û siloganan pêşwazî kirin.
Paşê Rêveberê TEV-DEM`ê Dilêr Cûdî axivî û ev roj li dayikên şehîdan û gelê Kurd pîroz kir.
Şahiyê bi gerandina dîlanê û bi lîstikên Çiya Mîra bi dawî bû.
Di bin heman siloganê de, TEV-DEM`ê li herêma Cindêrisê jî şahiyek orgenîze kir. Şahî li dibistana şehîd Îsa ya li navenda herêmê hate lidarxistin.
Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Fermandarê YPG`ê li herêma Cindêrisê Manî Egîd, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fewzî Seydo û Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê li herêmê Fatime Hesen axivîn. Paşê komên çand û hunerê dîlan û stran pêşkeş kirin.
Govenda 15’ê Tebaxê geriya
Li Bajarê Dêrikê ji aliyê TEV-DEM’ê ve bi tevlîbûna bi hezaran kesî Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê di salvegera 33’yan de hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Edalet Omer axivî û got: “Di şexsê fermandar Egîd de em tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Coşa me, kelecaniya me ya ji bo jiyana azad û bi rûmet, girêdana me bi hêza wan zindî dibe. Ji bo wê jî Pêngava 15‘ê Tebaxê Cejna Zayînê ye. Îro roja berxwedanê ya gelê Kurd e. Heqîqet careke din xwe ferz dike û mafê axaftinê bi dest dixe. ‘Em ê dijminên hovana tune bikin’, ev e dirûşmeya me ya serkeftinê.”
Piştî axaftinê, Koma Serhildan ya Girkêlegê stranên şoreşgerî gotin, şanoyek ji aliyê Koma Ava Mezin ya Dêrikê ve li ser 15’ê Tebaxê hate pêşkeş kirin û sînevîzyonek li ser berxwedaniya 15 Tebaxê hat nîşandan. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
‘Em di rojeke dîrokî de ne’
Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Rojava li herêma Hesekê ya herêma Cizîrê ji bo salvegera 15`ê Tebaxê, li taxa Mûftî şahiyek li darxist. Şahî bi rêzgirtina Leşkerî ya ji aliyê şervanên HPC`ê dest pê kir. Di şahiyê de bi dehan welatî amade bûn paşê endama Rêveberiya Yeketiya Ciwanên Rojava Delîla Jiyan axivî û 15`ê Tebaxê li şervanên YPG/YPJ`ê pîroz kir. Delîla di axaftina xwe de li ser îsrara şehîd Egîd û berxwedana wî ya li hemberî dewleta Tirk a ji bo rakirina zilimê li ser gel û got “Bi saya şehîd Egîd em rojeke dîrokî dijîn.”
Delîla da xuyakirin ku ew wek Yekîtiya Ciwanên Rojava divê rêya şehîd Egîd û şehîdên din bişopînin û li ser vî esasî wan dest bi hemleya “Welat welatê meye, tolhildan soza meye” kiriye.
Endama Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Delîla Jiyan di dawiya axeftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.
Di şahiyê de salona bi navê Şehîd Şiyar li navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava hate vekirin.
Pîşre koma Ararat a girêdayî YCR`ê, şanoyek li ser jiyana gel a di demên DAIŞ`ê de pêşkeş kir. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN