Sal  1985, kîmkîma  faşîzma 12ê Êlûnê ye û patronîzma dewleta Kenan Ewren, dibin navê hiquq de, bi hespê faşîzmê pîkol dikir. Ji 12ê Êlûna 1980yî,   heta 15'ê  Tebaxa 1985an, kuştinên  dibin nave dewlet, edalet, hiuquq, aramî, komar û demokrasî de hatin kirin, rûpelên defterên xwendekarên lîse dadigirin. Faşîzma patronîzama dewleta Kenan Ewren, bi nave 50 milyon mirovî haraket dikir.

Serokwezîrê Tirk û Serokkomarê nû Tayyip Erdogan jî, 12 sal in, îddîa dike ku ew bi nave 70 milyon mirovî hareket dike. Tayyip Erdogan jî, mîratzadeyê patronîzma dewleta Kenan Ewren e û rengekî din yê dagirkeriya “sêva sor” e.
Di her du dewletên “patronîzmê” de, kuştin, tirs û qîrênên komên xelkê, ne hatin rawestandin. Qîrêna tirsê, ji guhên komên xelkê derneket. Gotinên herî maqul, parêzvaniya yek-yekan bû.
Di pêvejoya 30 salî de, her desthilatdariya tirk, bi rengnameyek nû derkete holê. Lê yek desthilatdariyê jî, xwe ji patronîzma dewleta  Kenan Ewren rizgar nekir.  Lewma şerê qirêj bi tevahiya hêza xwe domand. Îdeolojiyên  xapînok,  darbeyên kontrayî,  kuştinên aşûfteyî, di rengê faşîzma reş de berdewam kir.  Komên xelkê wek “lawîrên diaxivin” binavkirin û her cure êşkence, koçberî, talan û wêranî rewa dîtin.
Her qonaxa şerê di sîwana operasyonên sosyolojîk de, guhertinek anî û patronîzma  Kenan Ewren darbeyek xwar.  Hêza ku destek ji NATO û hêzên global distand, kor bû, rastî ne dît.  Ne rastiya li hundir dît, ne rastiya li derve. Rastiya li hundir, bi gotina Erdogan “ecdadên li ser pişta hesp”ê û “sêva sor ” bû; rastiya  li derve jî, xapandin û lîstikên stratejîkbûn.  Bi gotina Ocalan,  “hêz û rastî, eger bi haydarî neyê dîtin û fêm kirin,  dikare bibe çavkaniya şaşî û lewaziyan”. Ev nasnameya dewleta Tirk e û heta îro jî bi heman rengî berdewam dike. Hemberî ku, behsa pêvajoya çareseriya demokratîk dikin jî, rayedarên tirk, MÎT a Tirk û Serfermandariya Tirk, bi giştî Konseya Ewlekariya Tirk, di neçarî û bêzariya çeteyên DAIŞ’ê û El Nusra de digevize.
Piştî 30 salî, ku di her qonaxa eskerî û civakî de, di her qonaxa siyasî û kulturî de, li Bakurê Kurdistanê defactoyek derkete holê; li Rojavayê Kurdistanê sîstemek xurşîdî, di rengê  “reha-feşan; riya  çareseriyê” de derketiye hole; li Başûrê Kurdistanê jî (piştî dagirkirina Şingalê) yekîtiyek derkete hole; dewleta AKPê hîna terka bextreşî, telaqreşî û destekkirina çeteyên DAIŞ'ê nedaye.
Di 30. Slavegera 15'ê Tebaxê de; di dema ku behsa îlankirina dewleta Kurdistanê li başûr hate kirin de, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şingalê kirin.  Ew korîtiya ku me li jor behsa wê kir e; mixabin îro jî nasnameya dewleta Tirk ev rengname ye. Piştî 30 salî,  Tayyip Erdogan ku patronîzma dewleta  Kenan Ewren, di rengên cûda de dimeşîne,  rastiya Kurd fêm nekiriye.
Dîse bi gotina Ocalan, “em dikarin bibin Kurd”, di 30 salî de, ne tenê “Kurd”bûn, KURDÎTOPYA derkete hole. Neştera pêşî, ya KurdITOPYA  15'ê Tebaxê ye. Erê, êdî em dikarin bibin Kurd. Bêguman berê jî Kurd hebûn, lê di rastiyê de, biqasî Kurdên AKPê û entelektuelên alif û atarî hebûn.   
Bi dagirkirina Şingalê re, rastî û „em dikarin bibin Kurd“ bêhtir derkete holê. Ez rêveberên Başûrê Kurdistanê qels nakim.  Lê dixwazim bêjim ku,  ji dîtin û fêmkirina “rastî û hêz”a ku dikare bibe çavkaniya korî û lewaziyê, hinekî  dûr in. Hîna jî dereng nemane. Serdana Mesud Barzanî ya Maxmurê ligel Gerila, rengnameyek lîdertiyê û pêşdîtinê ye. Ber hingî jî Mele Bextiyar çûbû serdana mexmûrê. Ev rengnameyek fêmkirina rastî û hêz’ê ye.
Ne fêm kirina rastî û hêzê, dikare li hundir têkiliyên civakî, li derve têkiliyên diplomatic, di rewşeke populist de derbixe holê û bibe zemîna şemîtonkî. Roja ku çeteyên DAIŞ'ê ber bi Hewlêrê meşiyan, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmed Dawudoglu, ku herî zêde têkildarî Başûrê Kurdistanê ye,  çeteyên DAIŞ'ê wek terrorist bi nav nekirin, kiryarên wan yên bê aşûfteyî û sucê mirovahiyê şermezar nekirin.  Roja ku Emerîka ji hewa li çeteyên DAIŞ'ê da, alîkarê serokê AKPê û serokwezîr  Mehmet Alî Şahîn jî got; “Emerîka zêde mudaxeleyî Rojhilata Navîn dike.”  Ev gotin manîdar in. Hêza ku çeteyên DAIŞ'ê bi ser Kobanê de şandin û hêza ku di  behsa ilankirina   dewleta Kurdistanê hat kirin de, bi ser Şingal û Hewlêrê şandin eynî  hêz e.   Kiryarên plankirî û êrîşên rêxistinkirî!...
Tehloke berdewam dike; Eskerên pispor yên Emerîka çûne Hewlêr. Baş e, bila berjewendiyên xwe jî, yên Kurdan jî biparêzin; lê dive di nava Kurdan  de nebin fitne û fesadiya lîstikên têr statejîk.
Di 30 salvegera Pengava dîrokî ya 15'ê Tebaxê de, Kurd gihane qonaxa ku li dijî êrîşên tunekirin, qirkirin û enfalî, parastina hevpar ava bikin. Diyojen gotibû, “sihê li ser min neke, xêrek din naxwazim.” Kurd ji roja pêşî û heta weke îro, xêrê dixwazin û hêviyan ji Emerîka û tevahiya Xwedawendên Sykes-Pîcot  dikin.
Em nema dixwazin  sedsalî din, bê dibistan, bê nasname, bê ziman bimînin.
Şoreşa ku bi 15'ê Tebaxê dest pê kir, li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi gewde,  bi çav û gav  û can bûye.  Utopya Kurdan, berê îbreya pisulê guhertiye û  KURDÎTOPYA  derxistiye holê. Em naxwazin ku,  weke Şoreşa Fransa, giyotin;  weke hişmendiya Îsa, çarmix  li hemberî me Kurdan  werin bikaranîn.  Kurd vê qebûl nakin.