Di ser pengava dîrokî 15’ê Tebaxê re 29 sal derbas bûn. Her ku diçe, wate û giringiya kûr ya 15’ê Tebaxê baştir tê fêm kirin. Ji ber ku, bihara gelan, têkoşîna komên xelkê ya demokrasî nexşeyek cûda, neynikek siyasî ya cûda derxistiye pêşiya me.  Dîse, hewldanên modernîteya kapîtalîst, ku di reng û kirasên cûda de, faşîzmeke reş li dijî raperîna gelan dike pratîkê, vê rastiyê nîşan didin.

El Heq; fişeka pêşî ya cengawerên dibin fermandariya Egîd de, li Eruhê li dijî “faşîzma reş” hate teqandin. Ev şiyarbûna cografya Kurdistanê bû. Bi generalên entelektuel, li zindana Amedê, di şexsê şoreşgerên Haraketa Kurd de, di şexsê gelê Kurd de,  faşîzm li tevahiya herêmê dihate meşandin. Paşayên entelektuel, şûrê faşîzmê bûn û dengê palêtên tanq û topan li tevahiya herêmê bela dibû. Dihate xwestin ku, di şexsê gelê Kurd de tevahiya gelên herêmê werin kolekirin.
Bi vê pêwanê,  pengava dîrokî ya 15’ê Tebaxê û cengaweriya destanî ya şoreşgerên Kurd, di têkoşîna li dijî faşîzmê de qonaxek e. Ji aliyekî ve faşîzm parçe kir, ji aliyê din ve, bu bingeha hiş û ramanekî felsefîk û sîstemeke modern. Ev bingeh, îro  di têkoşîna gelan de, bi navê bihara gelan mêweyan dide.   
Lê wilo xuya dike ku, hewldanên sîstema modernîteya kapîtalîst, dîsa dixwaze ku sedsala bîstûyekê jî, bike sedsala faşîzmê. 
Ne şert e ku Hîtler, yan jî Mussolînî hebin. Ew rengê faşîzma sedsala bîstan bûn.  Rengê faşîzma sedsala bîstûyekê cûda ye.
Çavkaniya faşîzmê yek e û li gorî şert û mercên demê, reng dide faşîstan. Di dawiya sedsala bîstan de, paşayên entelektuel rengekî nû bûn. Van paşayên entelektuel,  li welatên sêyemîn bi darbeyên eskerî, wek bangor welatparêz, demokrat çepgir perçiqandin, di zindanan de rizandin.
Di destpêka sedsala bîstûyekê de jî, rengê nû yê faşîstan, misilmanên entelektuel in. Îro, ev faşîst, bi wekaletnameyên derengmayî û bi navê ola îslamî gelan qirdikin. Mînaka wê jî Rojavayê Kurdistanê ye. Misilmanên entelektuel, ne bi tanqan, bi rêxisitniya cemateên dewşirme, bi hêzên çete û paramilîter, bi rojan e, dinava  baweriyên fanatîk de Kurdan dikujin. Êrîşî gundiyan dikin, jin û mêran, zarok û ciwanan rehîn digirin dikujin.
Modernîteya kapîtalîst, di suc de, “tekamul”ê dike û di bikaranîna faşîzmê de jî serî li hîle û xapandinan dide.  Em li Rojava jî, vê hîlê û xapandinê dibînin.  Di heman demê de, em vê hîle û xapandinê li Misirê jî dibînin.
Balkêş e, ku entelektuelên misilman, cemaetên dewşîrme û maşika destên wan, çeteyên paramilîter, qirkirina Birayên xwe yên Misilmanên li Misirê nabînin. Qîrqîra wan digihe erşê heftan, lê ew çeteyên paramilîter, rêxistina El Qaîde, Bilad el-Şam, Eniya el-Nusra, dengê wan nabihîze... Dîse; li Filîsîtnê qîrên û hawara Filîstîniyan nabihîzin. Lê çeteyên ku ji Libya, Tunusê, Kurdistanê, Afganîstanê, Çeçenîstanê, Ewropa û hwd. tên û li Tirkiyê kom dibin, perwerde dibin, çekan digirin, talîmatan distînin, dibin pêşengiya çete û kontrayên cemaetên dewşîrme de derbasî Rojava dibin, bi wekaletnameyên derengmayî û fetwayên bi mohra bazirganên fanatîk mohkirî, li gorî stratejiya misilmanên entelektuel, li dijî gelê Kurd  komkujiyan dikin.
Ne ku gelê Kurd ji xîşka ola îslamê derketiye. Naaaa, sedema wê cûda ye. Bazirganên selefkar baş dizanin ku Şoreşa Rojava, li ser bingeha destanê 15’ê Tebaxê hatiye avakirin û ber bi   şoreşa gelên herêmê ve diçe. Sîstema ku bi navê gelê demokratîk, tevahiya gelan himbêz dike, di çarçoveya Desturnameya Demokratîk de, sîstemek alternatîf derdixe pêş, ev jî li xiş û hesabê hêzên bazirganên selefkar naye.  
Di şexsê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, şer dinavbera gelan û statuqoparêzan de dewam dike. Her çiqasî, di şexsê Suriye de cîhan bûbe du alî jî, rewşa dawî ya Misirê, pêşketinên dawî li Kurdistan û Tirkiyê,  (Kongre, yan jî Konferansa Neteweyî a Kurd jî di nav de), li Îsraîl û Filîstînê, gel û statuqoparêz şer dikin.  Di vê şerî de, çeteyên paramilîter bûne maşika destê  hêzên bazirgan û xiyanetê bi ola îslamê re, xiyanetê bi gelan re dikin.
El Qaîde, bi salan e li Afganîstanê şer dike, Çeçenî bi salan e li Çeçenîstanê şer dikin, milîtanên Libyayî li dijî Qadafî şer kirin... Lê, nikarîbûn dewlete îslamî û şerîatê ava bikin. Çima ji ber ku BAVÊ wan destur neda wan. Teva jî,  li her welatî hatin bikaranîn. Îro li Rojavayê Kurdistanê, li dijî gelê Kurd têne bikaranîn.  Gelê Kurd, sed sal in mazlumê hêzên bazirgan û desthilatdarên slefekar e. Lê çeteyên paramilîter li dijî gelê Kurd bûne hov, bûne canawar, bûne ewranê ku agir dibarînin. Ev hov û cenawar, ewrên reş li xwe pêçana û li dijî gelê Kurd êrîşên derî exlakî lidardixin.
Cemaetên dewşîrme, misilmanên entelektuel bûne bingeha faşîzma sedsala bîstûyekê û li Kurdistanê cirîdê diavêjin. Pêwiste werê zanîn ku, gelê Kurd 30 sal in, bi xwîna xwe bi ked û xwehdana xwe dest bi nivîsandina dîrokê kirin. Parçê laşê cengawerên Kurd bi sinan ve, bi dirrih, stirî, gûtîn, serteşîk  û deviyan ve man... Ev giyanê pengava dîrokî 15’ê Tebaxê ye. Ev pengav, navê destanekî  nû ye. Destanê,  xwe ji xweliya xwe afirandinê ye. Parçekirina zincîrên Promethaus,  gûr û geş kirina agirê Kawa ye.  
Îcaaar, giyanê 15’ê Tebaxê, li serê çiyayên Kurdistanê, li kolanên bajar û navçeyên Kurdistanê, li qeraxên gundê Kurdistanê digere û destîniya paşerojên gel Kurd û tevahiya gelên herêmê nexşe dike.
15’ê Tebaxê giyanekî şoreşger afirand. Êdî  lîstik, dek û dolab û tekamûla derxistina faşîstên wek çeteyên parmilîter, cemaetên dewşirme û misilmanên entelektuel jî nikarin  giyanê şoreşger têk bibin.