
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê berxwedana Kobanê û Cizîrê ya 24 saetên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku şer û pevçûnên li her du kantonan de 16 çete hatin kuştin. Her wiha di pevçûnan de şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandina YPG'ê got; ˮBerxwedana Kobanê ya ku li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ’ê tên meşandin ket roja 219’emîn. Duh jî, li başûrê Kobanê, gundê Dîkanê û derdora wê de di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunek hatiye jiyîn. Pevçunên dijwar a ku doh pişt nîvro des tpê kir û heta seatên şevê dom kir de qasî hat zelalkirin 10 endame çeteyan hatin kuştin. Di vê pevçûnê de rêhevalekî me ku bi fedakariyek mezin têdikoşiya, bi lehengî şer kir û gihişt şehadete.
Hêzên me şevê din li ser rêya Sirîn êrîşek lidarxistin. Êrîşê de konwoyek a çeteyan a ku di nava tevgere de bû hatin hedef girtin. Di vê êrîşê de maşîneyeke leşkerî û motorsîkletek hatin rûxandin. Bi qasî hatiye zelalkirin, di vê êrîşê de 2 çete hatine kuştin.
Komên çeteyan do jî di seatên sihare de êrîş anîn ser gundê Metrês a ku li heman eniyê ye. Piştî hêzên me bersivê tund da, li vê herême pevçunên dijwar hat jiyankirin û komên çeteyan neçar man birevin. Li vê qadê jî qasî hatiye zelalkirin 3 çete hatin kuştin.ˮ
Kantona Cizîrê
Di daxuyaniyê de der barê berxwedana kantona Cizîrê jî ev tişt hatin gotin: ˮPevçûnên di navbera hêzên me û komên çeteyan de ku li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîrê tên jiyîn berdewam dike. Şevê din li gundê Til Hefyanê ya giredayî Til Temir, di navbera hêzên me û komên çete de pevçunek hatiye jiyankirin. Di vê pevçunê de qasî hat zelalkirin endameke çeteyan hatiye kuştin.ˮ
KOBANÊ/HESEKÊ