Qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, di roja çaremîn de bi rengekî serketî dewam dike.

Navenda Ragihandina Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê derbarê bîlançoya 3 rojan a pêngava rizgarkirina Reqayê de, daxuyaniyek da. Şervanên Odeya Çalakiyê li gorî plana danîne pêşiya xwe,derdora Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê paqij dikin.

Di nava 3 rojên dawî de qada ji 22 kîlometreyan, ku ji 16 gund, bi dehan gundik û girên stratejîk pêk tê, ji çeteyan hatin paqijkirin.

Di vî şerî de herî kêm 23 çete hatin kuştin, 3 çete jî bi saxî hatin zevtkirin. Yek ji van çeteyan tevlî malbata xwe, xwe radestî şervanan kir.

Gelek çek hatin desteser kirin

Şervanên pêngavê gundên rizgar kirine ji mayînên çeteyan paqij dikin. Di şerê 3 rojan de şervanan dest danîn ser van çek û cebilxaneyên çeteyan:

“12 kleş, bêtêlek, 10 rext, 4 rextên  xwekujî, hejmarek topên hawanan, 4 katyuşa ya bi dest hatiye çekirin û 49 roketên wê, 5 roketavêja B7 û 3 çenteyên wê, doçkayek 12’5 û doçkayek  14’5 û 80 fîşekên wê, wesayîteke Pikc-up, wesayîteke bombebarkirî, akûyek, jeneratorek û înverterek.”

Şervan di rizgarkirin û paqijkirina gundan de, bi baldarî tev digerin û jiyana welatiyên sivîl diparêzin.


‘We axa mirinê ji ser me rakir’


Di operasyona Xezeba Firatê  de gundên ku tên rizgarkirin ji aliyê şervanan ve mayînan tên paqijkirin. Ji bo sivil carekî din bizivirin malên xwe xebat tên kirin. Sivilên ku ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyan ya Xezeba Firatê ve hatine rizgarkirin bi gotina, “We axa mirinê ser me rakir” kêfxweşiya xwe ji şervanên azadiyê re anîn ziman. 


RAQA