
Kemîn hat pûçkirin
Hat ragihandin ku di teqînê de 2 gerîla birîndar bûne. Daxuyaniya Fermandariya Şengal a HPG’ê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê wiha ye: “26’ê Kanûnê tevahiya şevê ji aliyê hêzên gerîlayên me ve li Taxa Sûka Jor li hember çeteyên DAIŞ’ê 3 çalakiyên sûkastê hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 3 çete hatin kuştin. 27’ê Kanûnê danê sibehê saet nêzî 09.00’an li hemberî Taxa Sûka Jor a girêdayî Şengalê çeteyên DAIŞ’ê êrîşek pêk anîn. Di êrîşa ku çekên giran, doçka û hwd. hatin bikaranîn û pevçûn li derdora avahiya dibistanê dijwar bû, şervanên YBŞ’ê, hêzên gerîla û pêşmergeyan heman kêliyê bersiv dane êrîşa çeteyan. Çete hatine paşdexistin."
Gerîlayek jiyana xwe ji dest da
Li gor daxuyaniyê êrîşa çeteyan a yekemîn şkest û neçar man paşde biçin, vê carê jî saet nêzî 10.30’î bi panzereke hundirê wê tijî teqemenî bi çalakiyeke xwekujî li hember avahiya dibistanê û derdora wê ketine nav hewldaneke êrîşan, ev êrîş jî bi bersivê hate paşdexistin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku di şer û pevçûnan de heta niha 14 çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên berxwedanê hatine kuştin. Her wiha 4 gerîla birîndar bûne. Gerîlayekî jî jiyana xwe ji dest daye.
ROJNEWS/ŞENGAL