Koordinasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi daxuyaniyekê ragihand ku hewldan û êrîşên tevkujiyê yên hêzên dewleta Tirk û çeteyên qesrê berdewam dikin û li dij van êrîşan berxwedana hêzên berxwedanê li dar e. Têkildarî şer û pevçûnên di navbera 3-7’ê Nîsanê de pêk hatin de YPS’ê agahî bir raya giştî re parve kirin. 


Li Nisêbînê 3 wesayitên zirxî hatin rûxandin

Ji roja destpêkê ya berxwedanê ve li Nisêbînê ku çeteyên AKP’ê darbeyê giran dixwin. Koordinasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî şer, pevçûn û çalakiyên YPS, YPS-JIN de ev agahî parve kirin: “Roja 3’ê Nîsanê saet di 14:00’an de li Taxa Elîka ya Nisêbînê wesayita zirxî ya bi tîpa Ejder ku xwest bikeve taxê hate rûxandin. Hejmara çeteyên ku di vê wesayitê de mirin,  bi zelalî ne hate zanîn. Heman rojê saet di 15:00’an de vê carê wesayiteke Ejder a li ser rêya Çaxçaxê kete tevgerê bi çekên giran hetef hate girtin û rûxandin. Hejmara mirî û birîndarên dijmin ne diyar e.

Di 4’ê Nîsanê de wesayita zirxî ya bi tîpa Kobra ku xwest derdora saet 15:00’an de bikeve Taxa Elîka bi roketê hate rûxandin. Piştî demeke kurt amûra hawayî ya keşfê Drone ji aliyê YPS’ê ve hate xistin. Piştî vê yekê hêzên dewletê yên xwesti ji çar aliyan ve bikevin taxê rasta berxwedana tund a hêzên YPS’ê hatin. Di baskê yekemîn ê êrîşê de 5, yê duyemîn de jî 2 endamên hêzên teybat hatin kuştin. 

Di 5’ê Nîsanê de saet 12:00’an de komek çeteyên qesrê ku xwestin di avahiyekê de bicîh bibin bi bombeyên destan hatin xistin. Komên çete neçarî vekişînê man û hejmareke zêde mirî û birîndar dan. 

Roja 6’ê Nîsanê saet derdora 16:30’an çeteyên qesrê yên di malekê de bicîh bûn bûn hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên me. Agahiyên zelal derbarê mirî û birîndarên çeteyan de nehatin bidestxistin. Heman rojê kepçeyeke leşkerî ji aliyê yekîneyeke YPS’ê ve hate rûxandin, wesayita zirxî ya ejder hate darbe kirin. Dîsa kepçeyeke ku xwest bikeve taxê hate darbekirin û neçarî ma vekişe. Di heman rojê de li Taxa Koçeran çeteyekî qesrê hate kuştin. 


‘Tank di destê me de ye’

7’ê Nîsanê li ser rêya Çaxçaxê saet 12:30’an de tanka ku xwest bikeve Taxa Elîka bû hedefa roketa hêzê me û paşê jî hate sabote kirin. Dîmenê çalakiya rûxandina tankê hate kişandin, her wiha tank hêna li herêma di bin kontrola hêzên me de ye. 7’ê Nîsanê saet 9:30 sibehê kepçeya leşkerî û tankek hatin darbe kirin û neçarî vekişînê man. Heman rojê piştî nîvro endamekî JOH’ê hate kuştin. Her wiha çepereke dijmin bi çeka SPG hate xistin. Di encama çalakiya li dij çepera mijara gotinê de serdarek û 2 amirên emniyetê hatin kuştin. Dijmin ji bo kuştî û birîndaran ji herêmê bikişînê bombeyên mijê bikar anîn. Di pevçûnên 6’ê Nîsanê de li Taxa Şehîd Gelhat de endamekî YPS’ê şehîd ket. 


Li Şirnexê 3 çete hatin kuştin

Di 6’ê Nîsanê de li Taxa Cumhuriyetê di encama gulereşandina hêzên YPS’ê de 3 endamên POH mirin. Heman rojê li Taxa Cumhuriyetê dij maleke ku çeteyên qesrê tê de bicîh bûbun çalakiyeke sabotajê pêk hat, hejmara mirî û birîndaran ne hate zelal kirin. Tanka ku li Girê Ziyaretê yê Taxa Cumhuriyetê hatibû bicîh kirin dema tax bombe dikir bi çekên giran hate darbe kirin. Di encama çalakiyê de tank taqiya û personelê di hundirê wê de tine bûn. 


Li Geverê 2 endamê POH’ê hatin kuştin

7’ê Nîsanê li taxa Cumhuriyetê kepçeyek, tankek û endamên JOH’ê yên xwestin bikevin taxê bûn hedefa çalakiyê. Di encamê de 2 endamê POH’ê mirin.”


3 şervanan jiyana xwe ji dest da



Koordinasyona Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ragihand ku di pevçûnên demên cuda de 3 endamên YPS’ê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de derbarê nasnameya şervanan de ev agahî hatin dayin:

Navê kod: Zinar Serhat

Nav-paşnav: Cumalî Bîrcan

Dayik: Şengul

Bav: Mehmet

Ji Kop a Mûşê

Navê kod: Rizgar Garzan

Nav-paşnav: Yunus Erdem

Dayik: Şukran

Bav: Mehmet Şah

1993- Elîh  


Navê kod: Andok Zana

Nav-paşnav: Sekvan Îlhan

Dayik: Taybet

Bav: Etar

Şehadet: 3 Nîsan-Şirnex