Piştî biryara jihevcudakirinê, di rûniştina doh ya Doza Nisêbînê de li 5 zarokan serê yekî 35 sal ceza hat birrîn. Her wiha yek jê zarok doza 3 kesan jî hat taloqkirin. Yanî dadgeha dewleta Tirk li dijî zarokên Kurd hiqûqa dijminan tetbîq kir.
Di berxwedana xwerêveberiyê de li Nisêbînê 26’ê Gulana 2016’an 17 jê zarok 70 kes hatibûn tehliyekirin. Dewleta tirk ev kes hemû girtin û doz li wan vekirin. Di danişîna doh ya doza li dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Mêrdînê de 6 jê zarok 8 kes derketin pêşberî dadgerê dagirkeriya dewleta Tirk.
Dadgehê li Hêja Algan a di biniya 18 salan de 35 sal cezayê hepsê birrê. Li dadgehê Hêjayê got, “ji ber em Kurd in, em tên dadgehkirin.”
Dadgehê her wiha li Emre Topçûoglû cezayê muebetê birrî û ji ber ku didema bûyerê de ne 18 salî bû, cezayê wî jî quliband 35 salan. Dadgeha dagirkeriyê li Baran Eman, Çeçan Kîlkaya û Dîlan Aslan ên hîna 18 sal nekirî jî her yekî 35 sal cezayê hepsê birrî.”
Dadgehê rûniştina Bayram Sevgîn û Hatîp Oyman taloqî 9’ê Cotmehê kir.
MÊRDÎN