Parlamentera Goran dazanîn ku li şûna bi reforman çareseriyê çêbikin bi guleyan bersiva gel dan û wiha axivî: “Desthilatdariyê bi rijandina xwîna zarokên xwe û piştî 5 salan di her tiştekî de qeyran afirand. Êdî çawa dikare reformê bike û mirov guhertinê ji kê hêvî bike. 17’ê Sibatê bi dawî nebûye û hertim wê di nav dilê azadîxwazan de jiyan bike. Heta ku zilm û zordestî bi dawî hat û hewldanên guhertinê çêbûn wê demê em dikarin behsa başbûna rewşê bikin.”
Êvar Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser helwesta opozisyonan û wiha got: “Pêwîste helwesta opozisyonê wek di dema 17’ê Sibatê de berdewam bike. Germ û gur bibe da ku bikare armanc û daxwazên 17’ê Sibatê bicih bîne. Ji bo ku em êdî bi tirs behsa wan rojan nekin. Ji bo guhertin û reforman jî pêwîste em xewn û armancên şehîdên 17’ê Sibatê pêk bînin. Pêwîstiya xelkê bi rondikên Tîmsahê nîne, ger em ferqa xwe nedaynin û wek hêzên din bibin wê demê dîrok wê rehimê me neke.”
SILÊMANÎ