Xelkê Rojava cenazeyên 18 şervanên YPG/YPJ’ê, endamên Asayîşê û endamên Erka Xweparastinê ku di şerê li Til Temir de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmeke bi heybet bi tevlîbûna deh hezaran kesî, bi dirûşm û tîlîliyan spartin axê.
Cenazeyên endamên Asayîşê Elî Mehemed Ferman (Elî), Musa Hemid El-Hemed (Musa), Silêman Mehemed (Serbest), Îbrahîm Reşîd (Hogir), endamên Erka Xweparastinê Kawa Hisên, Eymen El-Ebdo, Hisên Kuleyb, Hisên Ehmed, Mehmud El-Bineyye, Ebdulezîz Salih, şervana YPJ’ê Jiyan Xelo (Viyan Cudî), şervanên YPG’ê Usman Şêxo (Heqî Welat), Lewend Berekat (Cesur Lewend), Sînan Îbrahîm (Şervan Til Temir), Rislan Seydo (Devrim), Ehmed Hesen (Xemgîn), Yasir Mehemed (Kendal Kobanê) û Bahoz Yusuf (Bahoz Til Temir) îro bi merasîmek bi heybet li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî Dirbêsiyê hatin definkirin.
Ji bo merasîma cenazeyan ji bajarên Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê bi deh hezaran kes li navenda Dirbêsiyê, li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn.
Di nava girseya gel de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf, Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso, Serokê Meclîsa Qanûnsaz Hekem Xelo, Endama Kordînasyona TEV-DEM’ê Henîfe Yusuf, serokên desteyan, endamên Lêvegera Siyasî, nûnerên partiyên siyasî, TEV-DEM, Saziyên Civaka Sivîl jî amade bûn.
Girseyê cenaze ji vir wergirtin û bi karwanekî ji sedan tirimpêlan, birin Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê.
Li vir ji aliyê Fermandariya Erka Xweparastinê ve merasîma leşkerî hate lidarxistin. Di merasîmê de Serokê Meclîsa Rêveber a Cizîrê Ekrem Hiso, Cîgirê Serokê Desteya Parastinê Ebdilehed Gewriye, Endama Kordinasyona TEV-DEM’ê Henife Hisên, Endamê Lêvegera Siyasî Salih Gedo, Endamê Saziya Malbatên Şehidan a Til Temir Mehed Tahir, endamê Erka Xweparastinê Îmad Serêkaniyê ku di şerê Til Temirê de birîndar bûbû axivî.
Îradeyeke yekgirtê derketiye holê
Di axaftinan de hate gotin ku axa Rojava bi xwîna cangoriyên Kurd, Ereb, Asûr, Suryanî hatiye avdan û îradeyeke yergirtî derketiye holê. Axaftvanan destnîşan kirin ku tu hêzên çete û tarî nikarin vê îradeya hanê têk bibin û li hemberî van hewldanan têkoşîna azadiyê bê bilindkirin. Her wiha axaftvanan anîn ziman ku divê pêkhateyên herêmê li hemberî lîstkan hişyar bin û yekîtiya xwe xurt bikin, bi vê armancê jî gelên kurd, ereb û suryan destê hev bigirin.
Di merasîmê de navên cangoriyan jî yek bi yek hatin xwendin û malbatên wan hestên xwe anîn ziman.
Piştî axaftinan cenazeyên 16 cangoriyan bi dirûşm û tîliliyan de spartin axê.
ANHA / DIRBÊSIYÊ