Berlinale: Ne ku ew dixwazin tirsê bixin dilê me, lê ji ber ku ew dixwazin çavên me vekin. Baweriya sînemayê li mirovan ango li van mexlûqên êş û azarê dikişînin, miameleya xirab bi wan re tê kirin, û manîpuleker in, her heye. Her tim awira sînemayê her weke seraktor li vî mexlûqî ye.”
Ji bo Festivala Filman a Naveneteweyî ya Berlînê (Berlînale) ya 70´yî filmên wê di beşa pêşbirkê de bêyî nîşandan hatin eşkerekirin. Vê carê 18 filman beşdar bûne û pirranî yên ji Ewrûpayê ne. Komîteya amadekar a festîvalê bi eşkerekirina filmên beşa pêşpirkê re ji devê rêveberê hunerî yê Berlinaleyê Carlo Chatrian got, “Filmên pêşbirkê, çîrokên piçûk yan jî yên dinyayê bihejînin yên şexsî yan jî kolektîf dibêjin, ew li ser zemînekî ne û tesîra xwe jî bi danûstandineke bi temaşêker re zêde dikin. Bêhtir rengên tarî serdest in, sedema vê jî belkî ew be ku filmên me neqandî bê îlîzyon li roja me ya îro dinihêrin. Ne ku ew dixwazin tirsê bixin dilê me, lê ji ber ku ew dixwazin çavên me vekin. Baweriya sînemayê li mirovan ango li van mexlûqên êş û azarê dikişînin, miameleya xirab bi wan re tê kirin, û manîpuleker in, her heye. Her tim awira sînemayê her weke seraktor li vî mexlûqî ye.”
Yanî amadekar û jûrî, ji devê rêveberê xwe eşkere dikin ku rengên tarî, êş, azar, zilm, hîle, dek û dolap di filmên Berlînale 2020´an de li pêş in û sedema wê jî bi ‘bê îluzyon li roja me ya îro nihêrînʼê rave dike. Aliyekî din ê balkêş ew e ku îsal gelek kopropduksiyonên bi beşdariya didu yan jî sê welatan di festîvalê de cîhdigirin û hin film bi derhêneriya du kesan hatine çêkirin. Axir 18 film ji nava 6 hezar û 800 filmî hatine neqandin. Ji derhênerên 18 filman îsal yên 7´an jin in, ji ber ku du film bi du derhênerên jin hatine çêkirin, hejmera derhênerên jin di beşa pêşbirkê de 9 e.
Ji bo 18 filmên neqandî ji 18 welatan, û 16 premierên dinyayê, Berlinale îsal xwedî formekî belgeyî ye.
18 filmên ji 18 welatan
Filma bi hevkariya Elmanya û Holandayê “Berlin Alexanderplatz” ê derhêner Burhan Qurbanî yek ji favoriyan e ji bo ku Hirça Zêrîn a îsal wergire. Filma bi navê DAU. Natasha bi hevkariya Elmanya, Ukrayna, Meliktiya Yekbûyî û Federasyona Rûsyayê hatiye çêkirin û derhênerên wê du jin in; Ilya Khrzhanovskiy û Jekaterina Oertel. Film pemiera xwe ya dinyayê li Berlinale dike. Domangchin yeoja (Jina revî) ji başûrê Koreyê bi derhêneriya Hong Sangsoo premiera xwe ya dinyayê li Berlinale dike. Effacer l’historique (Dîrokê jê bibe) hilberîna Fransa û Belçîkayê ye û bi derhêneriya Benoît Delépine û Gustave Kervern premiera xwe ya dinyayê li Berlinale dike.
El prófugo (Dagirker) filmeke Arjantînî û Meksîkî ye ku wê derhênera xwe Natalia Meta bibe Berlînê ji bo premiera filmê. Favolacce (Çîrokên xirab) filmeke Îtalî û Swîsreyî ye bi derhêneriya Damiano û Fabio D‘Innocenzo. Ev film jî premiera xwe ya dinyayê li Berlinale dike.
First Cow (Golika pêşî) filmeke Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye û bi derhêneriya Kelly Reichardt premiera xwe ya dinyayê li Berlinale dike. Irradiés (Tîrêjlêkirî) filmeke bi terhê belgeyî ye Fransa û Kamboçyayê ye bi derhêneriya Rithy Panh wê premiera xwe ya dinyayê li Berlinale bike. Le sel des larmes (Xwêya rondikan) jî hilberîna Frasna û Sîwsreyê ye; derhênerê wê Philippe Garrel jî premiera dinyayê ya filma xwe li Berlinale dike. Never Rarely Sometimes Always (Ti carî ne kêm caran carinan timî) filma derhêner Eliza Hittman a ji DYE´yê ye. Rizi (Roj) filma derhênera Taywanî Tsai Ming-Liang e û ew jî premiera xwe ya dinyayê li Berlinale dike. The Roads Not Taken (Rê nehatine girtin), filma derhênera ji Meliktiya Yekbûyî Sally Potter e ku premiera filma xwe li Berlinale dike. Schwesterlein (Xwişkokê) jî filma du derhênerên jin ên ji Swîreyê ye, Stéphanie Chuat û Véronique Reymond jî premiera filma xwe li Berlinale dikin. Sheytan vojud nadarad (Şeytan çênebûye), berhemeke Elmanya, Çekya û Îranê ye ku Mohammad Rasoulof dehêneriya wê kiriye û ev fil jî premiera xwe ya dinyayê li Berlinale dike. Siberia filmeke Îtalî, Elman û Meksîkî ye bi derhêneriya Abel Ferrara ew jî bi premiera xwe ya dinyayê talibê Hirça Zêrîn e.
Todos os mortos (Hemûyên mirî) filmeke Brezîlî û Fransî ye û bi derhêneriya Caetano Gotardo û Marco Dutra ew jî cara yekê li Berlînê wê bê nîşandan.
Undine filmeke Elman û Fransî ya derhêner Christian Petzold e û bi premiera li Berlînê ew jî talibê Hirça Zêrîn e. Volevo nascondermi (Dûr û veşartî) filemeke derhênerê Îtalî Giorgio Diritti ye ku wê premiera filma xwe ya dinyayê li Berlinale bike.
NAVENDA NÛÇEYAN