Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin, pêşdeçûna hêzên YPG/YPJ’ê ya li her sê eniyên Kobanê di roja 146. a berxwedana di asta serketinê de ye, dewam kir.

Navendê diyar kir ku li gel pevçûnên dijwar û windahiyên giran ên çeteyan, li gundan çete nikarin xwe li ber operasyonan ragirin û bêyî guleyekê biteqînin direvin.

Di daxuyaniyê de li ser bîlançoya operasyonên 24 saetên dawî de ev agahî hat dayîn: “Pengava Azadkiran Kobanê ya hêzên me bi hemû lêza xwe berdewam dike. Komên çeteyên ku li hember operasyonên me xwe nagrin ji hinek gundan bê ku guleyek jî biteqinîn direvin.


Li sê eniyan operasyon didome 

Hêzên me, di roj û şeva bihurî de li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê operasyonên hemwext lidar xistin. Li rojhilatê Kobanê gundên Solanê, Lêhênê, Mîlê, Koran, Uçkardeş û gundê Xerbîsan ê ku ji 2 gundan pêk tê ji çeteyan hatin paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye tespîtkirin.

Hêzên me li rojavayê Kobanê jî bi êrîşên lez ve qadeke berfireh xistin bin kontrola xwe. Gundên Korê, Bîra Remê, Xanê, Qenter, Kiran, Kûlan û Qereko yên ku di çerçoveya operasyonê de hatibû hedefgirtin ji çeteyan hat paqijkirin. Di pevçûnên li gundê Qereko de 8 endamên çete hatin kuştin. Hêzên me tevî 8 termên çeteyan dest danîn li ser 2 kleş û 1 roketavêja B7.


Eniya başûr

Hêzên me li başûrê Kobanê jî bi pêşve diçin. Duh gundên Komçi, Şêx Botan, Cumo, Piştê Zêrik û Ziravê ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Dîsa 3 girên li nêzî gundê Ziravê û kaşekî li ser gundê Kilxeydê ji hatiye azadkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên ên li vê qadê nehatiye tespîtkirin.

Di pevçûnên 24 saetên dawî de 2 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.”


 ANHA/KOBANÊ