Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 53. de dewam dikin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên pevçûnên 24 saetên dawî de agahî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li eniya Rojhilat, li herêma Kaniya Kurdan û kolana şaredariyê di navbera komên çete û hêzên me de şerê dijwar rû dan. Di şerê tevahiya rojê û şevê dewam kir de, herî kêm 9 çete hatin kuştin.
Hêzên me li gundê Karamox ê 20 kîlometre li rojhilatê Kobanê, li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de wesayitek tevî çeteyên ku têde bûn hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.
Li eniya başûr jî di navbera komên çete û hêzên me de şer dewam kir. Der barê hejmara kuştî û birîndarên li vê eniyê jî nehat zelalkirin. Li ser rêya Helebê motorsîkletek çeteyan ji aliyê şervanên me ve hat rûxandin û çeteyek hate kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Li eniya Rojava jî li herêma Mezra Arbuş di navbera hêzên me û komên çete de şer dewam kir. Li vê herêmê bi qasî ku hatiye tesbît kirin 9 çete hatine kuştin."
KOBANÊ