
Li Dibistanên gundên Reqayê xwendekar berê xwe didin dibistanan. Tevî ku alav, kursî û pirtûk kêm in jî Komîteya Perwedeyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê 4 navendên perwerdeyê li gundên Reqayê ava kirine û 393 dibistanên ku dikarin qederê 19 hezar xwendekarî bihewînin, amade kirine.
Ji ber şerê li Reqayê ji çend salan û vir ve gelek wêranî li dibistanan çêbûye. Tevî ku alavên pêwîst wekî kursî, mase û pêwîstiyên dibistanan pirr kêm in jî, Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi derfetên xwe yên heyî 4 navendên perwerdeyê li gundên Reqayê ava kirin û 393 dibistanên ku dikarin qederê 19 hezar xwendekar bihewînin, amade kirine.
Navenda perwedeyê ya El-Kelata li ser xebatên 62 dibistanên li 35 gundan disekine. Navenda Perwerdeyê ya Tişrîn li ser xebatên 60 dibistanan disekine, ew jî li 35 gundan in. Navenda Keramê li ser xebatên 135 dibistanên li 29 gundan disekine. Navenda Hezîme jî li ser xebatên 70 dibistanan bi rê ve dibe. Ji ber mayînên çeteyan Komîteya Perwedeyê nikare xwe bighîne 24 dibistanên din ên li herêmê.
Alav kêm in
Hejmare zêde ya welatiyan miracaet dikin da ku biçin dibsitanê. Di her refekî de qederê 40 xwendekarî hene, ji ber ku kursî nînin, xwendekar li erdê rûdinên.
Berprisê Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Sivîl a Reayê Elî El-Şinan got, derî, pencere, depoyên avê û her wekî din li dibistanê nînin. Elî El-Şenan ji saziyên têkildar xwest ku mayînan ji dibistanên mayî jî rakin da ku di zûtirîn demê de paqijiyê bikin û ew dibistan jî li xwendekaran werin vekirin.
ANHA / EYN ÎSA