PKK: Em şerê xwe yê serketî yê li dijî faşîzma DAIŞ‘ê, bi pêngava xwe ya berxwedanê ya bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dewam dikin. Li ser vê bingehê, em 1’ê Gulanê li karker û kedkar, li gelên bindest hemûyan pîroz dikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di şexsê çîna karker de em 1’ê Gulanê pêşwazî dikin ku roja yekîtî, piştevanî û têkoşînê ya kedkaran, gelên bindest û jinan e.”

PKK´ê di daxuyaniyê de got, “Em; gel û tevger, bi têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê ya li dijî siyaset û zîhniyeta faşîst-qirrker, vê 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Şerê xwe yê serketî yê li dijî faşîzma DAIŞ‘ê ku bû belayê serê gelên Rojhilata Navîn, bi pêngava xwe ya berxwedanê ya bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dimeşînin. Li ser vê bingehê, em 1’ê Gulanê li karker û kedkarên ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê têdikoşin, li gelên bindest hemûyan pîroz dikin û serketinê dixwazin.”

PKK´ê îşaret bi dewra 1´ê Gulanê di têkoşîna gelan a azadî û demokrasiyê de dike û dibêje, “Li ser vê bingehê di şexsê şehîdên Taksîmê yên 1’ê Gulana 1977’an û fermandarê me yê gerîla yê şehîd hevrê Ramazan Kaplan de, şehîdên xwe yên 1’ê Gulanê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan pêk bînin û xwedî li bîranînên wan derkevin.”

Êriş bi ruhê ´ê gulanê nikarin

PKK´ê got, 1’ê Gulanê ji bo azadî, wekheviya cihêreng, parvekirina komunal û piştevaniyê bûye navend û ruhê têkoşînê û ji bo bêbandorkirina êrişên modernîteya kapîtalîst jî got, “Ti êrîşên modernîteya kapîtalîst nikare ruhê 1’ê Gulanê lawaz bike, nikare wate û girîngiya 1’ê Gulanê ji bo bindestan kêm bike.”

PKK´ê tesbîta, “Şerê Sêyemîn ê Dinyayê di navbera sîstema sermayeyê ya global û statukoparêziya netewe-dewletê diqewime û navenda wê Rojhilata Navîn e” kir û wiha dewam kir: “(Ev yek) Ji bo gelên Rojhilata Navîn û bindestan hemûyan derfet û firsendên xurt ên têkoşîna li dijî êrişên faşîst û mêtingeriya kapîtalîst a global pêşkêş dike. Mirovahî û bindest hemû hewl didin vê pêvajoya piştî têkçûna Sosyalîzma Pêkhatî derketiye holê, rast fêhm bikin û derfetên têkoşînê bi kar bînin. Li ser vî esasî, têkoşîna sosyalîzma demokratîk a li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst li her qadê berfireh dibe.”

Li ser esasê civaka demokratîk

PKK´ê li ser mijarê îşaret bi serwextbûna wê yekê kir ku “bi amûrên desthilatdarî û dewletê, azadî, wekheviya cihêreng û parvekirina komunal ku pîvanên sosyalîzma demokratîk in, bi cih nayên anîn”. Li gorî PKK´ê “gelekî girîng e ku Teoriya Modernîteya Demokratîk bê nîqaşkirin û esas were girtin ku Rêber Abdullah Ocalan afirandiye” û daxuyaniya xwe wiha dewam dike: “Li ser vî esasî, em bang li hêzên şoreşger û sosyalîst hemûyan dikin; van xusûsan bi rengekî cidî û hevgirtî binirxînin, bibînin ku sosyalîzma demokratîk li ser bingeha civaka demokratîk ava dibe ku xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiya civakî; ji bo vê weke partî û tevger bikevin nava liv û tevgerê.

Eşkere ye ku dinyayeke ku sosyalîzma demokratîk pêşengiyê jê re nake ne dinyayeke ku mirov dikarin bijîn. Dinyaya me ku di destê yekdestên kapîtalîst de ye li ber tinebûnê ye. Kapîtalîzm tê wateya krîz, kaos, mêtingerî û şer.”

1’ê Gulanê û têkoşîna li dijî tecrîdê dibin yek

PKK girîngiya pêşnumaya Ocalan ji bo çareseriya oirsgirêkan destnîşan dike û dibêje, “Em çareseriya konfederalîzma demokratîk a xwe dispêre xweseriya demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hemûyan bi xurtî bi kar tînin. Bi têkoşîneke wiha em bersivê didin êrişên sîstema modernîteya kapîtalîst û hêzên netewe-dewletperest ên faşîst û wan êrişan têk dibin.

Bi pêngava berxwedanê ya bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’, em 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Em ruhê têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê yê 1’ê Gulanê bi pêngava xwe ya berxwedanê ya li dijî tecrîdê re dikin yek. Em; gel û tevger hewl didin li ser vê bingehê 1’ê Gulanê li gorî cewhera wê bijîn. Em 1’ê Gulanê jî têkoşîna xwe ya azadî, wekheviya cihêrengî û sosyalîzma demokratîk li her warî geş dikin. Bi gel û gerîla em li çiyê, deşt, bajaran û zindanan bi her rêbazê li ber xwe didin. Ji çalakiyên gel û gerîla heta Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Mezin a bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tê meşandin, em her rêbaza têkoşînê li gorî cih û dema xwe bi cih tînin. Hêzên me yên gerîla û gelê me, tola êrişên namerdî yên faşîzma AKP-MHP’ê yên li dijî berxwedêrên greva birçîbûnê û dayikên Kurd ên leheng, her roj hiltînin. 1’ê Gulanê wê bibe lûtkeya hesab pirsîna ji kujerên faşîst. Em bang li gelê xwe dikin ku li her devera lê, ala 1’ê Gulanê bêhtir bilind bike, bi xurtî tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibe, pîrozbahiyên 1’ê Gulanê û pêngava berxwedanê ya li dijî tecrîdê bike yek.”

 

ANF / BEHDÎNAN