Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şehîd Mîrxas Kobanê û şehîd Hîşam Bobî li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê oxir kirin. Bi hezaran kesî cenazeyên şehîd Hîşam Bobî (Hîşam) endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li Dêrazorê şehîd bû û şehîd Berkel Hisî (Mîrxas Kobanê) şervanê YPG`ê ku di encama nexweşiyekê de şehîd bûbû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Em ê rêya şehîdan bişopînin

Li goristanê ji bo şehîdan merasîmeke leşkerî hat li darxistin. Di merasimê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Hisên Ibrahîm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Bi navê meclisa leşkerî ya bajarê Hesekê, fermandarê meclisê Hisên Selmo jî axivî û got: “Em hêzê ji civaka xwe digirin da ku em li pêşiya hemû dagirkeran bisekinin û soz didin malbatên şehîdan ku em ê rêya şehîdan bişopînin.”

Paşê nasnameya her du şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên cangoriyan hatin kirin. Di dawî de birayê şehîd Hîşam Bobî, Omer Amed axivî û got: “Bila hemû cîhan bizanibe em bi saya xwîna şehîdan gihaştin vê pêvajoyê, em gavekê paşde naavêjin, em ê li pêşiya hemû êrişan bisekinin.”

 HESEKÊ