
El Ekrad Qereqozaq bi dest xist
Li gora çavkaniyên herêmî şevê din dinavbera Cephet El Ekrad û DAIŞ’ê li ser pira Qereqozaq ya stratejîk ku li ser cemê Firat û herêma Kobanê û Halebê bihev girêdide pevçûnên dijwar pêkhatine û encama pevçûnan Cephet El Ekrad pirê û derdora pire xist bin kontrola xwe.
Pevçûnên li Helebê didomin
Li bajarê Heleb û navçe yê wê şer û pevçûnên di navbera komên çedar ên opozisyonê, hêzên rejîmê û komên DAIŞ`ê de dewam dikin. Ji aliyekî din Cebhet El-Ekrad gundê Êmo yê nêzî bajarê Minbicê xiste bin kontrola xwe.
Hate zanîn balafirên rejîmê taxên Dewar Elhaûz, Qadî Esker û Şear ên bajarê Helebê bombebaran kirin.
Li Bakurê Helebê şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û çekdarên opozisyonê de li Çiyayê Mearet Elertîq ji duh ve dewam dikin. Li gor agahiyan ji herdû aliyan gelek kes hatine kuştin.
Li aliyekî din hin çavkaniyên herêmê yên li herêma Minbicê diyar kirin ku şervanên Tugaya Cebhet El-Ekrad gundê Êmo yê nêzî bajarê Minbicê ku di destê DAIŞ`ê de bû xistin bin kontrola xwe. Çavkaniyan dane zanîn ku di pevçûnan de gelek endamên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Li herêma Neqarîn a Rojhilarê Helebê di navbera hêzên rejîmê û çekdarên opozisyonê de pevçûn rû dan û 2 çekdarên opozisyon hatin kuştin, derbarê hijmara kuştiyên rejîmê de agahiyên zelal nehatine bidest xistin.Hate hîn bûn ku çekdarên opozisyonê piştî pevçûnên dijwar herêma derdora balefirgeha Nêrebê ya leşkerî xistine bin kontrola xwe.
HELEB/ KOBANÊ