Balafirên şer ên dewleta Tirk di 23’yê çileyê de Geliyê Reşave yê bajaroka Dêrelokê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kirin. Di bomberanê de 2 kes şehîd bûn 4 kes jî winda bûn.Ji 4 ciwanên winda bibûn, 2 ciwan gihîştin malên xwe. Ciwanan gotin ku wan di dema bombebaranê de xwe spartine şikeftekê.
Ciwanê bi navê Mihemet Elî Zêbarî li ser bûyarê axivî û got:“Em ji bo girtina masiyan çûbûn ser avê. Destpêkê balafirên keşfê hatin û li herêmê geriyan. Piştî demekê balafirên şer hatin û herêm bombebaran kirin. Li gelek cihan xistin, lê me ne dizanî ku tu kesek li wan deran heye yan na. Dema bombebaran destpê kir, me jî xwe spart şikeftekê. Piştî bombebaranê jî balafirên keşfê li herêmê digeriyan, lewma me nekarî derkevin û werin malê.”
‘Kurd wekî pezên bê şivan in’
Mihemed Elî Zêbarî li dijî bêdengiya li hemberî bombebaranê nerazîbûn nîşan da û got: “Tu kes xwedî li me dernakeve, em Kurd wekî pezên bê şivan in. Lê em dixwazin li dijî van êrişan helwest bê nîşandan û tişta pêwîst bê kirin.”
ROJNEWS/AMEDIYÊ