Şaxa TMMOB’a ya Amedê pişti xebata 2 salan 2emin cuza xwe ya piştî komxebata ku par di 11-12-13-14yê Gulanê de li Parka Sumerê ya Amedê çêkirin, 2'emîn cuz çap kirin. sala par di Cuz 1 de 360 peyv hebûn. Di 2emîn Cuza TMMOB'ê ya nû de bi tevahî ji 2000'î zêdetir peyv hene. Ji bilî vê bi ravekirina van peyvan xebata xwe gihandiye radeyeke bilintir. Ev xebat bi yekeyên TMMOB’a şaxa Amedê 2 sale didome û ji xwe cuza yekem li Amedê çap kiribû. Piştre ev xebat bi biryara 42. a kongreya TMMOBê bû xebata TMMOBê ya fermî. Ziman amûrek binyat e ji bo ku mirov hev fêm bikin.


Ji bo jiyana hevpar

Di peşgotina pirtûka Zaravayen Teknîki ya bi navê Cuz 2 de wiha hat gotin: "Ev xebat ji bo jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê, standardîzekirina ziman û ji bo ku Kurdî bi awayekî hêsantir were bikaranîn dê bibe çavkanî û pêngaveke girîng. Xebata me bi formateke zanistî hatiye çêkirin. Ji 30 zêdetir herêmên ku Kurdî tê axaftin endezyar, avahîsaz(telarsaz) û plansazên bajêr bi rojan xebat meşandine. Van peyvên ku li ser hatine li hev kirin piştî sererastkirina lijneyeke şêwirmend ku ji zimanzanên pispor, akademîsyen, endezyar û avahîsazên ji Tirkiye û cihên cuda yên cîhanê ne, hatine amadekirin. Tevî Duhok, Hewlêr, Suleymaniye, Qezwîn, Stembol ji gelek cihên din tevlêbûn ji vê xebatê re çêbûye. Kesên ku di zaravayên Kurmancî, Dimilî û Soranî de pisporin jî di komxebatê de cih girtine. Lewma jî ev xebat tenê ne bi çend kesan, bi hevparbûna gelek herêmên cuda çêbûye.
Bi Encama dawîn a xebatê Ferhenga Teknîkî ya Kurdî-Tirkî-Îngilîzî ku em plandikin di Sebat an jî Adara 2014an de derkeve ye. Em bawer dikin ku çavkaniyeke weha dê hêzê bide pergala perweredehiyê ya welatê me. Ku Kurd jî weke gelên Cîhanê yên din bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin ewê bibe sedema şertên jiyaneke hevpar û welateke demokratîk.
Dê xebat nêzî 3 sal bajo. Em li ser navê gel spasiyên xwe ji wan heval û mamosteyên xwe yên ku alîkarî kirine û wê bikin re pêşkêş dikin. Ji bo danasîna cuza duyem emê di 11 Gulan 2013 de li Navenda Çandê ya Cîgerxwînê resepsiyonek bidin. Di vê resepsiyonê de bi dîtina we kedkarên çapemeniyê emê bextewar bibin. 

DÎHA/AMED