Qonaxa dawî a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Li gel ku çeteyên DAIŞ’ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin jî pêşdeçûn û rizgarkirina sivîlan didome. Malbatên çeteyan ên ji herêmê derdikevin û xwe radestî QSD`ê dikin. Doh danê sibê 2 hezar kes ji malbatên çeteyan ji Baxozê gihaştin kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê.Malbatên gihaştin kampê ji gelek nasnameyan in û di nav malbatan de kesên birîndar jî hene.

Her wiha bi gihaştina malbatan re rêveberiya kampê ew pêşwazî kirin û birîndaran radikin nuqteyên Heyva Sor a Kurd, ji bo wan derman bikin. Di nava malbatan de hejmareke mezin jin, zarok û kesên temenmezin jî hene.

Li aliyê din tîmên taybet ên girêdayî QSD`ê hezar sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê ew wek mertalên zindî bikar dianîn rizgar kirin.Şervanên QSD´ê sivîlên ku rizgarkirin bi rêya erebeyan ew veguhestin cihên bi ewle. 

 

 ANHA/DÊRAZOR