
Komîteya Girêdestan a ser bi Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, diyar kir ku sala 2017’an, 2 hezar û 300 malbatên koçber vegeriyane malên xwe.
Piştî ku aramî li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê vegeriya, rojane bi dehan malbatên ji ber hovîtiya çeteyan ji taxê koçber bûbûn, li mal û milkên xwe vedigerin. Bi armanca hêsankirina vegera welatiyan û peydekirina xaniyan ji koçberan re, Komîteya Girêdestan a ser bi Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd vegera welatiyan birêxistin dike. Li gorî serjimara dawî ya Komîteyê, hejmara malbatên li taxê gihiştiye 8 hezar û 400´î.
Misogerkirina vegera ewle
Endama rêveberiya Komîteya Girêdestan Yasmîn Seydo diyar kir ku aramiya di taxê de hişt ku gelek malbatên koçber bûne vegerin malên xwe, nemaze gelek malbatên koçber jî berê xwe didin taxê. Yasmîn Seydo got, hemû malbatên vedigerin ew navên wan qeyd dikin û ji milkiyeta wan piştrast dibin û wiha diyar kir: “Sala 2017’an 2 hezar 300 malbatên taxê vegeriyane.”
Banga vegerin malên xwe
Derbarê rêbazên girêdestan û hêsankirina vegera welatiyan de Yasmîn Seydo got, “Em weke endamên Komîteya Girêdestan vegera malbatan birêxistin dikin. Di destpêkê de em kaxezekê ji malbatan werdigirin ku ji aliyê komîn û Asayîşa taxê ve hatiye îmzekirin û piştî lêkolîna ewlehiyê ji malbatê re tê çêkirin, malbat dikare vegere mala xwe û jiyana xwe ji nû ve dest pê bike.”
Yasmîn Seydo bang li hemû welatiyên taxê yên koçberbûyî kir da ku vegerin malên xwe û jiyana xwe ji nû ve vejînin.
HELEB