Fermandariya YBŞ’ê doh bi daxuyaniyek nivîskî diyar kiribû ku li gundê Zeko di encama teqina mayineka DAIŞ’ê de, du milisên wan şehid bûne û du şervanên YBŞ’ê jî birindar bûne.
Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyek dabû zanîn ku pêr serê sibehê li gundê Zeko yê Şengalê de, di encama teqîna mayînek pêştir ji aliye çeteyên DAIŞ’ê ve hatî danîn, 2 milîsên wan ên bi navê Şahab Hemo û Bekir Brahîm şehîd bûne û 2 şervanên YBŞ’ê jî birîndar bûne.
Cenazeyê Şahab Hemo û Bekir Brahîm bi merasîmek girseyî ji aliyê welatiyên Şengalê, şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê ve li ber mezargeha Şêşims hatin veşartin.
Piştî veşartina cenazeyê du milîsên YBŞ’ê li çiyayê Şengalê ji bo wan konê sersaxiyê hat vekirin.
ŞENGAL