Komîteya Meteryalan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn wê berya 15´ê Îlonê çapkirina 4 milyon 882 hezar kitêban bi dawî bike. Kitêb ji 3 pêvajoyên xwendinê re ne. Kitêba dersa Jineolojiyê jî li meteryalên xwendina amadeyî zêde bûye.
EHMED MIHEMED / ANHA/QAMIŞLO
Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 28’ê Tebaxê bi daxuyaniyekê diyar kir ku astên dibistanan hemû di 15’ê Îlona 2019’an de wê dest bi sala nû ya xwendinê bikin.
Di nava amadekariyên sala nû ya xwendinê de Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê milyonek û 900 hezar kitêb çap kirin. Di plana desteyê de çapkirina 4 milyon û 882 hezar kitêbî heye. Pirtûk wê ji bo hersê astên dibistanan re bin yanî asta sereke, ya navîn û a amadeyî (lîse).
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 30’ê Gulana bihurî de ji ajansa me re ragihand ku deste wê 4 milyon û 882 hezar kitêbî ji sê qonaxên xwendinê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çap bike. Milyonek û 964 hezar kitêbên zimanê Kurdî, 2 milyon û 903 kitêbên zimanê Erebî û 10 hezar û 500 kitêbên zimanê Suryanî yên asta seretayî re dê bên çapkirin. Ji asta navîn re dê 583 hezar kitêbên zimanê Kurdî, 605 hezar kitêb ji zimanê Erebî re, 4 hezar û 500 kitêb zimanê Suryanî bên çapkirin. Ji bo asta amadehî dê 312 hezar kitêbên zimanê Kurdî û 247 hezar kitêbên zimanê Erebî bên çapkirin.
Li gor Komîteya Amadekirina Minhacan (Materyalên Mufredatê) û Çapê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê milonek û 100 hezar pirtûk ji Herêma Cizîrê re, 250 hezar pirtûk ji Herêma Firatê re û 500 hezar pirtûk ji herêmên Şehbayê re hatin şandin. Belavkirina wan dewam dike.
Komîteya Amadekirina Minhacan û Çapê wê beriya destpêkirina dewama xwendinê, di 15’ê Îlonê de çapkirina kitêban bi dawî bike.
Şaşiyên par hatin sererastkirin
Di sala xwendinê ya 2018-2019’an de yanî ya par, hin şaşiyên ziman di meteryalan de derketin. Ev çewtî jî hatin rexnekirin. Di heman demê de Desteya Perwerdê û Fêrkirinê soza sererastkirinê da. Di vî warî de hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, Semîra Hac Elî got, “Saziya meteryalan, çewtiyên berê ku di pirtûkan de hatine kirin, sererast kirin.”
Jineolojî kete nava mufredata lîseyan
Derheqê hin guhertinên ku di meteryalên îsal (2019-2020) de hatine kirin, Semîra Hac Elî got, “Guhertinên sereke yên îsal ew in ku amadekirina meteryalan ji refa 2 ya amadehî ya beşên wêjeyî û zanistî û xistina madeya jinelojiyê weke madeya sereke di qonaxa amadehî (lîseyê) de bûn.”
Niha pirtûk beş bi beş li komîteyên perwerdê tên belavkirin da ku ew jî li dibistanan belav bikin.
Pergala xwendinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî rêbazên neteweya demokratîk û pêkhateyên heyî ye. Her wiha zimanê xwendinê; Kurdî, Erebî û Suryanî ne. Ev pêngav, a yekemîn e li Sûriyê. Lewma, tevahiya kadroyên perwerdê di dewreyên havînê yên giran re derbas bûn da ku rewşa perwerdê û fêrkirinê li herêmê pêş bikeve.