Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê ragihand ku li ser rêya Cizîr û Şirnexê, li Lêlikan û Geverê li dijî hêzên dagirker çalakiyên ‘bi bandor’ kirine. HPG’ê got, li ser rêya Cizîr û Şirnexê 2 otobusên li nava konvoya eskerî hatin rûxandin, li herêma Lêlikan a Başûrê Kurdistanê jî li dijî du çeperên dagirkeran çalakî hatin kirin û li Geverê jî wesayîteke zirxî bi temamî hate rûxandin. HPG´ê da zanîn ku 26’ê Tîrmehê saet 21:30’î, gerîlayên Kurdistanê di nava karwanekî eskerî yê artêşa Tirk a dagirker de ku ji Şirnexê diçû Cizîrê, 2 otobus bi temamî rûxandine. Gerîlayan di vê çalakiyê de gelek eskerên artêşa dagirker kuştine, lê hejmara wan nekariye bê zelal kirin. Lêlikana gerîlayan HPG´ê wekî din got, gerîlayan 26’ê Tîrmehê saet 14:20’î li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser girê Lêlikanê yê li herêma Bradostê ku li Başûrê Kurdistanê ye, ji du baskan ve derbên giran li çeperên dijmin xistine. Hejmara eskerên di vê çalakiyê de kuştî jî nekarî bê zelalkirin. Wesaîteke din a zirxî pûç bû Gerîlayên Kurdistanê 27’ê Tîrmehê saet 04:40’an jî, li nêzî qereola Şive ya li bajarokê Bajergeh ê navçeya Geverê ya Colemêrgê, derb li artêşa Tirk a dagirker a li nêzî girekî xistin. Di encamê de wesayiteke zirxî hate rûxandin. HPG´ê da zanîn ku piştî çalakiyê, artêşa Tirk a dagirker termên eskerên xwe û birîndarên xwe bi wesayitên zirxî ji herêmê derxist.  ANF/BEHDÎNAN