Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameya şervanê enternasyonalîst Kendal Ramon ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû û nasnameya şervanê xwe Mazlûm Cûma ku li Serêkaniyê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG´ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe ragihand yên ku li Dêra Zor û Serêkaniyê şehîd bûbûn.
Şervanê Spanî li Bakozê şehîd bû
YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir; “Di 13’ê Gulana 2018’an de li gundê Bakoz ku xwedî girîgiyeke stratejîk e, ji aliyê hêzên me ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Di operasyona rizgarkirina gundê Bakozê de şervanê me yê Spanî Kendal Ramon pê li mayina çeteyan çandî kir û şehîd bû.
Di 26’ê Gulanê de li Serêkaniyê rêhevalê me Mazlûm Cûma dema bi erka xwe radibû dilê wî sekinî û şehîd bû.
Em sersaxiyê ji malbatên rêhevalên me yên şehîd û gelê me yê bi nirx re dixwazin. Em sond dixwin ku em ê bibin şopdarên rêya şehîdan heta ku em azadiyê bi dest bixin, têkoşîna me wê bidome.”
Nasnameya şehîdan
Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîdan wiha ye;
Nasnav: Kendal Ramon
Nav û Paşnav: Ramon Maria Rull Linhoff
Navê Dayikê: Candelaria
Navê Bav: Ramon
Cihê Jidayikbûnê: Madrîd / Îspanya
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor /13’ê Gulana 2018’an
***
Nasnav: Mazlûm Cûma
Nav û Paşnav: Cûma Mihemed
Navê Dayikê: Heyye
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dema Şehadetê: Serêkaniyê / 26’êgulana 2018’an
QAMIŞLO