2 pisîk bi şewbê ketin
Li bajarê New Yorkʼê yê Emerîkayê, cara pêşî ye ku hat tesbîtkirin, 2 pisîk bi şewbê ketine. Li gorî karmendên tenduristiyê her du pisîk li deverên cuda yên bajêr bûne.
Rayedaran ev jî got, heta niha ti delîl li cem wan nîne ku mirov ji heywanên kedîkirî vîrusê vegirin.
Karmend dibêjin, ew li bendê ne, pisîk di demeke kin de bi semptomên sivik nexweşiyê li pe xwe bihêlin. Li gorî nûçeya Euronewsê; Navenda Pêşîgirtin û Venêriya Nexweşiyê ya Emerîkayê, vîrusê ji mirovên li malê vegirtiye pîsakan. Dîrektora Nexweşiyên Enfeksiyon û Alerjî ya Neteweyî jî got, “Heywan û heywanên kedîkirî bi şewbê dikevin û dikarin baş bibin, lê di destê me de delîl tine ye ku em bibêjin, mirov ji hewyanan bi şewbê dikeve.”
Li cîhanê bi giştî der barê hewyanên kedîkirî û şewbê de gelek bûyer hene. Li gorî Yekîtiya Beytarên Emerîkayê, li Hong Kongê pisîkeke bi şewbê ketî bêyî ku di xwe derxe, baş bûye. Li Belçîkayê jî pisîkeke bi şewbê ketî piştî neh rojan baş bû. Li New Yorkê jî li Baxçeyê Heywanan ê Bronxê pênc piling û 3 çêlên şêran bi vîrusa koronayê ketin, lê tenê pilingek piçekî kuxiya. NAVENDA NÛÇEYAN