
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di opersyona li herêma başûrê Tirbespiyê de gundên Uwêne Selîm, Riheye El-Sexîre, Riheye El-Kibîre, Şîbaniya Dendeh, Rêhiya Zahir, Til Îd, Mihemed Diyab, Sofya, Taya, Mihemediye,Mirr, Ebû Miqren, Mezlûma, Xirbet El-Sim, Muqereniyat, Xirbet El-Cihaş, Mixsel, Nebûa, Nezûna û Xirbet El-Têr hatine rizgarkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di operasyonê de gelek çek, zexîre û wesayîtên komên çete jî hatine destserkirin, gelek endamên komên çete hatine kuştin û cenazeyên hinekan ji wan di destê YPG’ê de ne.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku herêma başûrê Tirbespiyê ji çeteyan hatiye rizgarkirin û navendên çeteyanan yên sereke yên li Til Îd û Mihemed Diyab bi temamî hatine bidestxistin û ev herêm wekî xeta parastina Tirbespiyê hatiye diyarkirin.
Oporesyon wê bidomin
Di daxuyaniyê de hate bibîrxstin ku hêzên YPJ’ê jî bi çalakiyên xwe di nava operasyonê de cihê xwe girtine û hin gund rizgar kirine. Di daxuyaniyê de bang li şêniyên herêmên hatine rizgarkirin hate kirin ku vegerin malên xwe û di aramiya herêmê de cihê xwe bigirin. Her wiha bang li kesên bi darê zorê alîkariya çeteyan kiribûn jî hate kirin ku vegerin malên xwe û di avakirina herêmên xwe di cih bigirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê bi qehremaniyeke mezin û bi ruhê şorşgerî parastina xak û welatê xwe kiriye û di vê parastinê de 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku wê “operasyonên şoreşgerî” dom bikin.
QAMIŞLO
Li Girê Spî 4 çete hatin kuştin
DUH LI rojavayê Girê Spî di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên El Nusra de şer derket. Di encama pevçûnan de 4 çete hatin kuştin û wesayîtek çeteyan hat derbekirin. Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin şer pêr bişev li gundên wekî Melûh El-Qemer, Sûsik û Bîr Kino qewimîne. Hat gotin ku di pevçûn li gundên Sûsik de 2 çete, li gundê Bîr Kino çeteyek û li gundê Melûh El-Qemer jî çeteyek hatiye kuştin. Her wiha şervanên YPG/YPJ’ê wesayîtek çeteyan jî derbe kir.
GIRÊ SPÎ