Li Serêkaniyê 12 kes
Li navçeya Serêkaniya Rihaye û gundên wê jî polîs û leşkeran danê sibê saet di 05.00´an de bi awayekî hemwext bi ser gelek maland de girtin. Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de herî kêm 12 kes binçavkirin. Hat zatîn ku di operasyonê de kesên ku tevlî çalakiya BDP´ê ya 24'ê Mijdarê li navçeyê lidarxistibû bûne hatine binçavkirin. 12 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.
Li Şirnexê jî endemê Meclîsa BDP´ê yê berê Rahmî Bor yê Geverê hate binçavkirin. Her weha pêr li Sêrtê jî tevî Serokê DEHAP´ê yê berê yê navçeya Tillo Metin Beydogan 3 kes katin binçavkirin. Li Îzmîrê jî 3 xwendekarên Lîseyê ku belavokên kampanya perwerdeya bê pere belav dikirin hatin binçavkirin.
Li Mersînê jî bi îdîaya ku tevlî çalakiyan bûye zarokekî 16 salî yê bi navê E.G ku berê hatibû binçavkirin, hate girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN