Hozan Şemdîn jî bi ken û awirên xwe yên pirrwate wiha bersiva min da: “Her karê ku bi dilê mirov be û jê re ked bê dayîn, eşq û hez jê re hebe, dê bi ser bikeve…”

KAKŞAR OREMAR

Ji tebaxa 1998’an heya roja îro, şevbêrka (şevbihêrka) dengbêjan, destanên Kurdî û Hozan Şemdîn di ekranên TV’ên Kurdî li Ewrûpayê de, her carê bi reng û dîmenên ji hev cuda li ber çavên me ne.

20 sal di ser wê roj û destpêka girîng a dîrokî re derbas bûn. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku nasnameya wê bernameyê, cihê bernameyên wiha di meydana hunerê Kurdî yê resen de, ked û israra mamoste Şemdîn di dewamkirina xebateke wiha de û çend aliyên din ên bernameyê bi zimanekî rewan binirxînim.

Kengî û çima?

Nîsana sala 1998’an li Akademiya Kurdî ya bajarê Neussê li welatê Almanyayê, hevalê Esat Feraşîn wek berpirsekî karê çand û hunerê Kurdî, bi îdea, nihêrîn, perspektîf û pêşwaziyên xwe yên germ û dilsozane ji kesên pispor re liv û lebateke tije hêz û hez xistibû nav saziyên me yên weke Akademiya Kurdî, komele, Înstîtû û hwd. Rojekê li pirtûkxaneya akademiyê ji min re got, “Filankes, ez dixwazim hevalê Şemdîn bernameyekê di MED TV’ê de çêke ku bi rêya wî belkî ruhekî nû bikeve ber dengbêjiya me, divê di peydekirina navekî û her wiha hevkariya wî ya amadekariyên bernamê de jî tu hevkariya wî bikî…”

Min jê pirsî: “Di warê dengbêjî, dengxweşî û strînê de Şemdîn ê bêkêmasî be, lê gelo dê karibe bernameyê pêşkêş bike û bi rê ve bibe. Her wiha ma li Ewrûpayê çend dengbêjên me hene?”

Wî jî got, “Ka bila xwe biceribîne, bes ez bawer dikim heval Şemdîn dê di xebateke wiha de hemû hêza xwe bi kar bîne ku bi ser bikeve, çimkî hem şareza ye û hem jî ji hunerê dengbêjî û folklorîk pirr hez dike. …”

Bi vê bîranînê yan jî pêşgotinê re min xwest bibêjim ku qet di baweriya min de nedigûncî ku ew bername dê bi qasî 20 salan dewam be. Bi taybetî jî ji sala 1998’an heta 2012’an “Şevbêrka Dengbêjan” yek ji bernameyên pirr temaşevan, herî dewlemend û hunerî di TV’ên Kurdî yên Ewrûpayê de bûye. Piştre jî ji ber kêmasiyên teknîkî, girtina TV û derfetên kêmtir ji yên salên berê, tevî ku bername hê bi wê dewlemendiya xwe ya berê maye, lê gere em ji bîr nekin ku dema çend sal in temaşavanên hemû TV’an bi awayekî giştî kêm bûne.

Bi ked û evînê serketin

Hingî di yekemîn civîna ku Şemdîn bi çend dengbêjên weke xalê Ehmedê rehmetî, Yilmaz Seydo, Aslan û hinek dengbêjên din yên Mêrdînî re pêk anî, ez jî amade bûm ku di odeya piştê a Akademiyê anku odeya provekirinê de pêk hat. Şemdîn bi heyecaneke tije kêfxweşî behsa proje, daxwaz û erkên ku diketin ber me, diaxivî. Tê bîra min ku gelek bi hez û heyecaneke mezin behsa armancên xwe dikir û hêvîyên xwe bi me re parve dikirin. Piştre li ser naverok, nav, dekor, roj û dema bernamê nêrînên xwe beyan kirin û bi hûrbînî jî guhdarî pêşniyar û nêrînên me dikirin. Me çi digot wî jî nîşeyên xwe dinivîsandin. Hingî min dît ku ruheke nû ketibû ber Şemdîn, liv û lebatên wî zêdetir ji rojên berê bûn, lê diyar bû ku bi awayekî dilnizm nedixwest dest bi karekî amatorane yan jî demkî bike û xelas. “Derketina ekranê û xwenîşandan”, armanceke wiha di serê wî de nebû. Hingî min jê re got: “Hevalê Şemdîn rêvîngiya evînê dilekî weke dilê şêran dixwaze, ez niha xweşbîn im ku tu dê di vê rêya dijwar de bi ser bikevî, lê bila ji bîra te neçe ku ev der Ewrûpa ye û tu dê di peydekirina mêvavan de rastî zehmetiyên mezin bêyî….”

Wî jî bi ken û awirên xwe yên pirrwate wiha bersiva min da: “Her karê ku bi dilê mirov be û jê re ked bê dayîn, eşq û hez jê re hebe, dê bi ser bikeve…”

Hozan Şemdîn guhê xwe da hêz û girîngiya karê ku dixwest bide destpêkirin. Dûrbînane û bi planeke baş xwe amade kir û projeya xwe bi başî jî ji me re îzah dikir. Dema dest pê kir, weke ku amadekarî ji bo “Avakirina maleke xwedî hêmayên bihêz û ji mayîna sedan salên dahatû re” bike.

Ji serê sibê heya derengiya şevê kar dikir ku bi avêtina yekemîn pêngavê re bala temaşavanan bi awayê herî baş ber bi ekranên Med TV’ê ve bikişîne.

Ew daxwaz bi karê bêrawestan zû hate cih. Hatina faksên zêde ên daxwazên temaşevan û carinan jî ji xeynî du hejmarên telefonî yên diyarkirî ji bo peywendiya gel, gel li navenda nûçeyan jî digeriya. Carinan ji ber telefonkirina zêde ya gel, hemû hejmarên aktuel ên TV’yê dihatin dadan. Ev jî dibû sedem ku carinan di civînên dawiya hefteyê de hinek hevalên navenda nûçeyan gilî-gazinên xwe bikin. Faks jî gelek dihatin, ji her dera Kurdistanê, Ewrûpa û heta ji nav Kurdên Qafqasiya û Rûsya jî.

Şemdîn û funda zêrîn

Kesên xwedî îtibar û xweşnav, hem ji rêxistina di nav da, hem jî ji civakê re û hem jî ji xwe re dibine hêz, cihê bawerî û sereftinê. Hozan Şemdîn ji bo vê yekê ne tenê mînakeke pirr baş e, belkî dema di nav Kurdên Ermenistanê de bû, wî ew rastî di piraktîkê de jî îspat kir. Kompozîtora navdar mamosta Cemîla Celîl, bi rûrastiyeke pirr ji dil behsa vî aliyê giraniya kesayetî û xebata Şemdîn dike.

Em pirrî caran behsa destkeft an jî karnameya jiyana kes an jî saziyekê dikin. Mînak: pirr kes behsa funda zêrîn a Radyoya Rewanê dikin, lê ez di wê baweriyê de me ku di sedan bernameyên “Şevbêrka dengbêjan, şevbêrk, destanên Kurdî, dengbêjên me” fundeke zêrîn li ser ew ên beriya xwe hatiye tomarkirin û bûye malê dîrokê. Ez li vir behsa naverok û dewlemendiya stranên di fundên “Radyoya Rewan û Şevbêrka Şemdîn” nakim. Ji ber ku ew bi serê xwe mijara lêkolîneke berfireh û domdirêj e.

Di salên 50’yî de belkî liv û lebata asîmîlasyonê ewqas bihêz nebû û rewşenbîr, hunermend, sazbend û dengbêjên me li dora hev kom bûn û biqasî 1500 stranên Kurdî li Radyoya Rewanê tomar kirin, lê di serdema ku TV û teknîka ragehandinê bi gelek rêyên cuda xwe gihand her derê, hingî em dizanin ku keda kesên weke Şemdîn bi tena serê xwe ji ya hemû xebatkarên Radyoya Rewanê kêmtir nîne.

Deriyê her maleke Kurd jê re vekiriye. Her hunermend, serok eşîret, siyasetmedar, rewşenbîr û kurdhez, ji her dera ku hebin û ji kîjan parçeyî bin, dilxwazên Şemdîn in. Ev jî îspateke din a dilpakî û baweriya bêdawî ya çînên civakê ji Şemdîn re ye.

Pêwîst e vê rastiyê jî ji we re bidim aşkerakirin ku ez şahid im dema ku hinek kesan xwestiye biçine mala hinek welatparêzan, lê bi hemû hunermendî, navdarî û mezinahiya xwe re, wan bi daxwazeke ji dil ew rê nedane wî/ê ku bikevin nav civata wan ya malbatî. Anku “Sadebûn û xwejigelbilindtirnedîtin, xweşsohbetî, zanîna mesel, destan û gelek adetên civakê” bûn sedem ku herkes weke endamekî malbatê ji “Şemdînê Me” hez bike.

Kar û ked bêbersiv namînin!

Em hê jî bi hezeke mezin romana Kela Dim-Dim a mamostayê nemir Erebê Şemo (1897 – 1978) dixwînin. Dema mirov dikeve nav rûpelên wê romanê û çîroka wê berxwedana rastîn, weke ku duh hatibe nivîsandin, xwedî çêj û tama xwe ya taybetî û bêdawî ye. Ew weke yekemîn romannivîsê Kurd rûdanên 500 salên berî niha bi bîra me tîne û rûpelekî zêrîn yê dîroka yekemîn serhildana siyasî li Kurdistanê bi zelalî radixe ber çavên me.

Bêgûman ji xeynî pirtûka Îskender Munşî a bi navê Alemarayê Ebbasî, di nivîsandina wê romanê de versiyonên cur bi cur ên wê destan û stranên ku li ser serhildana navbirî hatine gotin, hevkariyeke mezin dane mamosta Şemo.

Keda dengbêjên me bi vê mînakê baştir xwe dide der û nasandin.

Pirraniya destan û stranên Kurdî yên mêraniyê xwedî peyam û naverokeke wêjeyî ya dewlemend in. Bi qasî 20 destanên Kurdî, sedan bernameyên Şevbêrka Dengbêjan yan jî bi navên xwe yên din, bi rêya xebateke bêrawestan a hunermend Şemdîn bû malê arşîva neteweyî ya Kurd. Ev komkirina arşîva devkî li derekê û bi navnîşaneke diyarkirî, karekî wiha hêsan nîne. Hemû rejîsor ji bo ku rêzefîlm yan jî filmeke dîrokî bikin malê ekrana TV û sînemayê, ji destpêkê bingeha senaryoyên xwe bi lêkolînên wiha re didin destpêkirin. Çîrok, wate û naveroka peyv û gotinên serbihûriya “Ker û Kûlik” an jî êş û elemên ku “Hiso û Nazê” di rêya evîndariyê de dikişînin, çi di warê dewlemendiya wêjeyî de û çi jî di warê naveroka destanê de ji çîrokên evîndarî yên herî naskirî di cihanê de kêmtir nîne.

Di nav nêzî du sed bernameyên dengbêjî û destanên Kurdî de hezaran stranên kevin û nû, negotî û kêmbihîstî, mewal û rîtmîk, kurt û dirêj, şadî û xemgînî hatine strîn û gotin.

Êdî ew arşîv tenê bi deng nîne, belkî bi reng û dîmenên rengîn ve hatiye xemiladin û li benda kesên pispor û folklorîstan in ku xebateke berfireh li ser wan bikin. Ev arşîv bi xêr û keda hunermend Şemdîn bûye malê arşîva me ya neteweyî.