200 şervanên QSDʹê piştî dewreya xwe ya perwerdeyê li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla bi dawî kir, berê xwe da Reqayê û tevlî hemleya rizgarkirina bajêr bûn.

Şervanên QSDʹê beriya bi çend mehan dest bi hemeleya Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê kir. Şervanan di 6ʹê Hezîranê de jî dest bi pêngava rizgarkirina bajêr kir.

Bi hezaran şervanên QSDʹê tevlî hemleyê bûn û heta niha bêhtirî ji sedî 50´ê navenda Reqayê, piştî şerê 2 mehan ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kir.

Di vê demê de ku hemle dewam dike, Akademiyên QSDʹê şervanan perwerde dike û wan ji bo beşdariya hemleyê hazir dike.


QSD terorê têk dibe

Di vê çarçoveyê de Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla, dewreya ku bi navê ʺŞehîd Elî Cîhanʺ bi beşdarbûna 200 şervanan dabû destpêkirin, bi dawî kir. Dewreya ku ya 16ʹan bû 20 rojan dewam kir. Di dema dewreyê de şervan fêrî dersên eskerî û hunerê şer bûn.

Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya QSDʹê bi beşdariya bi dehan şervanên QSDʹê bi rêzgirtina eskerî destpê kir. Paşê Endamê Fermandariya QSDʹê Xeyrî Mihemed axivî û serketinên ku şervanên QSDʹê di hemleya rizgarkirina Reqayê de bi dest xistine, bi bîr xist û got, bi saya berxwedan û tekoşîna şervanan, teror têk diçe.


Akademiyê heta niha 3500 şervan mezûn kirin

Xeyrî di dewama axaftina xwe de got, Reqa roj bi roj ber bi rizgarkirinê ve diçe û wiha peyivî: ʺSerketina mezin nêzîk bûye. Bi saya ciwanên ku tekoşnînê dikin gelên herêmê bi aramî dijîn.ʺ

Piştî ku axaftin bi dawî bû, şervanan sûnda eskerî xwar. Şervanên dewreya xwe bi dawî kirî, li eniyên berxwedanê wê bên erkdarkirin.

Şehîd Elî Jiyan navê rast Mihemed Osman di Hezîranê de di şerê rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû. Rêveberên Akademiyê gotin, Akademiyê piştî vebûna xwe bi çend mehan, 3 hezar û 500 şervanên tevlî nav refên QSDʹê bûyî, perwede kirin. 


 ANHA/KOBANE