Hêzên YPG’ê li herêma Girkê Legê foca sêyemîn bi navê “Şehîdên Qereçox” bi merasîmekê ragihand ku ji 200 şervanî pêk tê, û dewreya perwerdeyê ji bo şervanên Focê hate destpêkirin. Fermandarên YPG/YPJ’ê beşdarî merasîma ragîhandina Focê bûn ku li bargeha Focê ya li herêma Çilaxa ya Girkê Legê hate lidarxistin.
Merasîmê bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir û paşê Endamê Fermandariya YPG’ê Mustefa Cizîrê axivî û avabûna foca sêyemîn li hemû şervanan pîroz kir û diyar kir ku şervan dê bi awayekî nobetdar her carekê 30 şervan tevlî dewreyê bibin û got: “Dewereya focê ya yekem bi beşdarbûna 30 şervanan dest pê kir. Dê şervanên din jî beşdarî peredeyê bibin, da ku parastina herêmên Bakurê Sûriyê bikin.”
GIRKÊ LEGÊ