Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bîlançoya şerê meha mijdarê ji raya giştî re aşkera kir. HPG’ê diyar kir ku di şerê ku di meha mijdarê de qewimiye de bi tevahî 201 leşker, polîs endamên din hatine kuştin û 41 gerîla jî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di encama êrîşên hewayî yên Artêşa Tirk de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Di meha mijdarê de jî şer û pevçûn dijwar bû.  HPG der barê bîlançoya meha mijdar3e de agahî da. HPG’ê diyar kir ku di vê mehê de Artêşa Tirk 16 operasyonên bejahî li dar xistiye û herêmên di bin kontrola gerîlayan de ne jî 21 caran hatiye bombebarankirin û her wiha 2 êrîşên bi kobrayan û 24 jê jî bi tank û topan pêk hatiye.
HPG'ê  operasyon û êrîşên Artêşa Tirk wiha bi rêz kir: “Artêşa dagirker a tirk 16 operasyonên bejahî pêk aniye. 21 êrîşên hewayî pêk anîne. 15 caran êrîşen hêlîkopterên kobra pêk hatiye.  24 caran jî êrîşên top û tangan pêk hatiye.”
HPG’ê destnîşan kir ku li hemberî operasyon û êrîşên Artêşa Tirk gerîlayên HPG’ê çalakiyên bi bandor li dar xistine û wiha berdewam kir: “ Di 15 operasyonan de pêvçûn qewimiye. Gerîlayên me li hemberî operasyonên Artêşa dagirker 47 çalakî li dar xistin. Ji van açalakiyan 15 jê hê jî encamên wan nehatiye zelalkirin. Heta niha di çalakiyên ku hatine zelalkirin de 201 leşkerên dijmin hatine kuştin û 14 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Gerîlayên me di van pevçûnan de helîkopterek Skorsky xistiye, yek jê helîkoptera Kobra, 5 helîkopterên Skorsky hatine derbkirin. 4 tang, 2 keçên giran ên otomatîk a A4, çekek balefirşikêr, wesayîtek kîrpî, wesayîtek zirxî û wesayîtek e bi navê dag geyîgî ji hêla gerîlayan ve hatine îmhakirin.” HPG’ê der barê amûrên ku ketine destê gerîlayan de jî wiha got: “2 çekên HK33 (melez), 2 çekên G3, çekek suîkastê, 6 cerjor, 2 çenteyên piştê û gelek alav û amûrên leşkerî ketine destê gerîlayên me. Her wiha dozera ku di karê leşkeriyê de dihate xebitandin ji hêla gerîlayan ve hatiye rûxaundin. Her wiha 13 kes ji hêla gerîlayên me ve hatine binçavkirin û ji van 10 kes jê serbest hatine berdan.”
HPG’ê da zanîn ku di şer û pevçûnan de 41 gerîla bi qehremanî li ber xwe dane û şehîd ketine. 

ANF/BEHDÎNAN