Kartal destketiyên Kurdan ên sala 2015’an û qewimînên gengaz ên sala 2016’an ji Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) re nirxand.

Kartal da xuyakirin ku sala 2015’an ji bo gelê Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû saleke tijî destketî û got, “Bi taybetî pêvajoya Îmraliyê ya ji sala 2013’an û pê ve ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin û di Sibata 2015’an de amadekirina Mutabaqata Dolmabahçeyê, di nava raya giştî ya Kurdistan û cîhanê de bûyereke girîng bû.” 


Siyaseta Tirkiyeyê li dijî Rojava bê tesîr ma

Kartal got, yê ku ev pêvajo û mutabeqat xera kirî Recep T. Erdogan, AKP û dewleta Tirk in û weha peyivî: “Tevî vê yekê, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê cara yekê bi awayekî bi bandor bi komên din ên Tirkiyeyî yên li derveyî Kurdistanê re civiya. Û vê yekê jî encamên 7’ê Hezîranê derxistin holê. Li aliyê din sala 2015’an ji bo Rojava saleke gelekî girîng bû. Rizgarkirina Girê Spî ji destê DAIŞ’ê û xwegihandina hev a Kantonên Cizîr û Kobanê, pêşketineke girîng bû. Di vê pêvajoyê de polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Rojava bêbandor ma. Vê yekê ji bo Şoreşa Rojava û demokratîkbûyîna Sûriyeyê, girîngiya rola Kurdan derxist holê. Hem bi destketiyên li Bakur hem jî bi yên li Rojava re, li Şengalê serketineke girîng hat bidestxistin. Piştî salekê Şengal ji aliyê YBŞ û HPG’ê ve hat azadkirin.”


Gelê Kurd ji bo çareseriyê ne li benda dewletê ye

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal da xuyakirin, ku tevî hemû êrîşên AKP û dewleta Tirk jî Kurd li Bakur, Rojava û tevahiya herêmê bilind dibin û destnîşan kir, ku belavbûna têkoşîna 40 salan bi daxwaza xwerêveberiyê li nava bajaran, asteke gelekî girîng e.

Kartal got, “Gelê Kurd bi daxwaza xwerêveberiyê re, di çarçoveya qanûn û destûra bingehîn de çareseriya ji bo jiyana bi hev re ya bi gelê Tirkiyeyê re ferz dike. Lê belê, eger Tirkiye van polîtîkayên xwe yên heyî bidomîne, wê gelê Kurd bêyî li bendê bimîne, yekser çareseriya xwe bixe dewrê. Maneya vê yekê jî ev e ku rêveberî û sîstema xweparastinê were avakirin, pêwîstiyên civakê bên dabînkirin. Lewma di qonaxa heyî de ya wê çareseriyeke bi hev re derket holê, yan jî wê gelê Kurdistanê çareseriya xwe ferz bike. Niha her du jî paralelî hev dimeşin.”


Berxwedan wê vegire her derê

Kartal da zanîn, ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk wê berxwedana gel xurt bibe û li her cihî belav bibe. Kartal got, “Hem li Kurdistanê, hem jî li Tirkiyeyê. Ev têkoşîn wê bi alîgirên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, alîgirên aştî û azadiyê bê meşandin. Binêrin, bi xwerêveberiyê re DYEÛyê ev bang li Tirkiyeyê kir: ‘Bi PKK’ê re li dora maseyê rûnin’. Wekî din ji hêzên ku heta niha gelekî bi AKP’ê ve girêdayî bûn, dengên cuda derketin. Mînak parlemana Holendayê biryar da ku heta şideta li hemberî Kurdan bê sekinandin, wê ti alîkarî bi Tirkiyeyê re neyê kirin.”


Berxwedan jî û nerazîbûn jî zêde dibin

Hevserokê KONGRA Gel Remzî Kartal diyar kir ku têkoşîna li bajaran ne têkoşîna gerîlayan e û got, “Dewlet dixwaze bi tank û topên xwe li bajarekî bi awayekî topyekûn gel tine bike. Bêguman raya giştî ya cîhanê vê rewşê bi zelalî dibîne. Ne pêkan e ku ti kes li pêşberî vê bêdeng be. Bi zêdebûna zextê re bêguman hem wê berxwedan mezin bibe, hem jî nerazîbûna li qada navneteweyî zêde bibe. Lewma pêvajoya heyî ya nû girîng e. Ji gelek aliyan ve wê deng vede. Ya ku ev deng afirandiye daxwaza xwerêveberiyê ye.”


Yan bi hev re yan jî em bi tenê

Kartal ji bo pêvajoya ji niha û pê ve jî got, eger hevdîtin werin kirin, divê li raya giştî vekirî bê kirin. Kartal weha peyivî, “Ya herî girîng jî divê parleman tevlî pêvajoyê were kirin. Her tişt li parlemanê bi şêweyê qanûnî û destûra bingehîn bê kirin. Bi vê konseptê re pêvajo dikare ji nû ve destpê bike. Êdî tiştekî mîna pêvajoyên berê nabe. Niyeta dewleta Tirk çi dibe bila bibe, ew ji bo me ne girîng e. Aliyê Kurd wê êdî bi ti awayî li benda aliyê din nesekine. Ya em ê bi hev re çareseriyekê peyda bikin, yan jî em ê çareseriya xwe bixin dewrê. Daxwaza xwerêveberiyê rastî elaqeyeke mezin tê. Ev yek jî nîşan dide ku têkoşîna me ya sala 2015’an rê vekir li ber serketinan, û ev têkoşîn wê sala 2016’an bibe sala fînal û destketiyan.”

Kartal herî dawî di serî de Kurdên li Ewropayê, bang li gelê Kurd ê li derveyî welêt kir da ku bibe dengê xwerêveberiyan.



ALÎ GULER/ANF/BRUKSEL