Şagirtên di sala perwerdehiya 2013-2014an de, li heft dibistanên Eyaleta Bremenê beşdarî dersên Kurdî bûn, bi kêfxwşiyeke mezin, not, raport û xelatnameyên dersên Kurdî wergirtin.
Li Eyaleta Bremenê ji sala 1993’an ve bênavber dersên Kurdî wek „Dersa Zimanê Dayikê“ fermî tên dayin. Hemû şagirtên beşdarî dersên Kurdî dibin, li gorî rewşa rêbaza dibistana wan ya nirxandina dersan, an notên hijmarî an jî kurteraporeke di derbarê pêşveçûna wî/wê ya di dersa Kurdî de werdigirin. Eger şagirt di dersên din de not digire, di dersa Kurdî de jî not digire, eger ew di dersên din de raporê digire, di dersa Kurdî de jî raporê digire. Notên ji bo dersên Kurdî tên dayin, mîna dersên din xwedîbandor in û di bawernameyên (Zeugnis) şagirtan de têne nivîsandin.
Şagirtên pola 4’an an jî ya 6’an diqedînin, di dawiya sala perwerdehiyê de xelanameya (Urkunde) ku ji aliyê mamosteyê Kurdî û gerînendeya/ê dibistanê ve tê îmzekirin, werdigirin.

Li 7 dibistanan Kurdî heye

Li ser pirsa me, mamosteyê dersên Kurdî Emîn Akbaş got: „Ji sala perwerdehiya 1992-93’an, ango ji demeke qasî bîst û yek salan ve, bê navber li dibistanên, malbatan li wan serîlêdan pêkanîne û zarokên xwe nivîsandine, dersên Kurdî fermî tên dayin.
Di vê sala perwerdehiyê ya di 30yê tebaxê de bi dawî dibe de, ji aliyê min û Mamoste Ronî Stêrk yê îsal li şûna Mamoste Sûleyman Gulpinar hat tayînkirin ve li 7 dibistanên li bajarê Bremenê dersên Kurdî hatin dayin. Eger ji vêga ve ji aliyê dêbavan ve şagirtên diçine polên ji 1ê heta 6’an, ji bo beşdariya dersên Kurdî werine nivîsandin, hijmara dibistanan û di pey re ya mamosteyan jî dikare were zêdekirin.“

Saleke serkeftî
Mamoste Emîn pêde çû û got: „Hêjayî gotinê ye, ku Bremen, eyaleta yekemîn e, ku cara ewil mafê dersên Kurdî wek zimanê dayîkê pejirandiye ye û dibistana ku kadroyê min lê, Schule am Wasser ya me di îlona sala bihûrî de, bi girseyî 20. saliya dersên Kurdî lê pîroz kir jî, yekemîn dibistana li Almanya, ku ji demeke dirêj ya 21 salan ve, bê navner dersên Kurdî bêyî yek pirsgirêkek derkeve, lê têne dayin e.“
Mamoste Emîn Akbaş wek peyva dawîye got: Me bi alîkariya malbatan, bi piştgiriya Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK û Sendîkaya Perwerde û Zanistê (Gewerkschaft Erziehung û Wissenshaft-GEW) û herwiha bi xebateke baş bi Senatoriya Perwrdehiyê, dibistan û mamosteyan re, saleke perwerdehiyê ya serkeftî li pey xwe hişt. Ez bi navê xwe û hevalê xwe Ronî Stêr ji bo hemû kes û saziyên ji bo vê serkeftinê hêz, alîkarî û piştgirî dane me sipasiyên xwe pêşkêş dikim û bi taybetî jî, ji şagirt û malbatan re betlaneyeke xweş ya bê derd û bela hêvî dikim.



ÎLYAS ERSOZ/BREMEN