Ji van malbatana yek jî malbata Mehmet Akpolat e. Mehmet Akpolat di sala 1994'an de li ser îfadeyên îtirafkaran ku alikariya PKK'ê dike, li rastî cizaya îdamê hatiye lê piştre ev ciza veguheziye muebeta giran. Ev nêzî 21 sal e di girtîgehê de ye û 11 sal 6 meh e jî di hucreyek de bi tena serê xwe dimîne. Heta niha gelek caran hatiye sirgûnkirin û herî dawîn sirgûnê Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereya Rîzeyê bûye. Ji ber van sirgûnkirinan jî gelek nexweşiyên kronîk, kevirên gurçikê, fitika piştê û stûyê pê re çêbûne. Ji ber ku girtîgeha ku tê de dimîne li ber Behra Reş e nexweşiyên Akpolat jî girantir dibe.


Surgun li ser hev

Dayîk Akpolat da zanîn ku kurê wî nêzî 8 salan li Stenbolê ji aliyê Mihkemeya Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatiye darizandin. Dayîk Akpolat pêvajoya sirgûnkirina kurê xwe wiha anî ziman: "Piştî ciza lê hate birîn kurê min şandin Girtîgeha Tîpa M ya Ermeneka Konyayê. Piştî salek li wir ma ji ber hewldanên me sewka wî derxistin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. Piştî demekê kurê min bi gelek nexweşiyan ket û li ser hewldanên me, wî ji bo tedawiyê şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Ligel tedawiya dewam dikir bi hinceta 'di girtîgehan de cih nîn e' wî sirgûnê Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê kirin. Herî dawîn bi heman hincetê wî sirgûnê Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereya Rîzeyê kirin."

Hevdîtina 20 deqîqe
Dayîk Hanîfe Akpolat wiha got: "Me bi çûyina hevdîtinan pir zehmetî kişand û em hin jî dikişînin. Dema em diçin gelek caran li ber deriyê girtîgehê disekinin û du-sê caran heya bi kamerayê me nekişînin nahêlin ku em kurê xwe bibînin. Min 2 caran li ber deriyê girtigehê qirîza dil derbas kir. Wê demê jî hevalên deroda me alikariya me kir. Rêveberiya girtîgehê qet di vê rewşê de alikariya me nekir. Bi tenê 20 deqîqe dihêlin kurê xwe bibînim."

DÎHA-/AMED