Komîtiya ku ji 12 kesan pêk tê, heta niha ji 403 dozan 261 doz çareser kirine.
Endamê Komîteya Lihevanîna Civakî ya Efrînê Fêsel Hebeş got ku ew ji roja damezirandinê heta niha hewl didin ku pirsgirêkan bi aştiyane û li gorî exlaqê civakê çareser bikin.
Hebeş, derbirî ku têkiliya wan bi dadgeha gel, komîteyên lihevanînê û saziyên din heye û wiha wiha dom kir:" Dema ku em nikaribin dozekê çareser bikin em dewrî dadgeha gel an Asayîşê dikin." Hebeş destnîşan kir ku heta niha 403 pirsgirêk hatine ber destê wan, ji vana 146 ên derbarê zewacê de û ji vana jî 89 hatine çareserkirin, çareserkirine. 35 hîn têne lêkolînkirin û 20 jî seqwî dadgeha gel hatine kirin.
Hebeş, anî ziman ku dozên din jî 99 doz ên kirîn û firotina erdane û ji vana 53 doz çareser kirin, 23 jî dewrî dadgeha gel kirine. Hebeş wiha dom kir: "Her wiha 8 doz nehatine qebûlkirin û 15 hîn di lêkolînê de ne. Heta niha 158 dozên lihevanîna civakî jî ji me re hatine. Ji vana 119 hatine çareserkirine, 17 di lêkolînê de ne, 15 sewqî dadgehê hatine kirin û 7 ji wan nehatin qebûlkirin."
Hebeş diyar kir ku ew li ser bingeha qanûnên edaleta civakî ya di rêziknameya Dîwana Eldaletê ya Rojava de û li gorî wijdana civakî hewl didin ku pirsgirêkan çareser bikin.
MIZGÎN GORSÊH/ANHA/EFRÎN