Dîsa li gore ku nûçegihanên ANHA’yê ji taxa Şêx Meqsûd ragihand, di encama topbarana çeteyan de zarokekê jiyana xwe ji dest da û 4 sivîl jî birîndar bûn.
Yêkitiya Parastina Gel (YPG) di derbarê êrîşên hevbeş ên komên çeteyan Lîwaa Sultan Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê daxuyaniyek da û ragihan ku êrîşên çeteyan didomin.
’17 çete hatin kuştin’
YPG'ê di daxuayniya xwe de got, şeva 9’ê Nîsanê, komên çete ji milê Muselles, Seken Şebab û Eşrefiyê xwestin têkevin taxa Şêx Meqsûd, lê komên çeteyan bi tundî rastî bersiva hêzên wan hatin û şer qewimî. YPG'ê diyar kir ku, qasî hatiye zelalkirin di encama vî şerî de ji çeteyên Furqa 16’an 17 çete hatin kuştin.
YPG'ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan 10’ê Nîsanê saet 02.00’an jî li dijî komên çeteyan ên li herêma Seken Şebab çalakiyêk li dar xist û di encama vê çalakiyê de jî qasî hatiye zelalkirin 5 endamên çeteyan hatin kuştin.
‘Êrîşî gundan kirin’
YPG da xuyakirin ku heman rojê çeteyên DAIŞê bi çekên giran êrîş birin ser gundên Kundişan û Kadriyê yên li rojhilatê bendava Tişrînê a ser bi Kobanê. Çeteyên DAIŞê li derdora gundê Şergirat ê li rojhilatê Eyn Îsa jî bi çekên giran êrîş pêk anîn.
Êrîşên li Şêx Meqsûd
Êrîşên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam kirin. Di encama topbarana komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê bi ser taxa Şêx Meqsûd de, doh jî zarokekê jiyana xwe ji dest da û 4 sivîl birîndar bûn.
Nûçegihana ANHA’yê ji taxa Şêx Meqsûd ragihand ku komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê doh taxa Şêx Meqsûd a Helebê topbaran kirin. Di encama topbaranê de zaroka 13 salî jiyana xwe ji dest da û 4 sivîlên din birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên ji Heyva Sor a Kurd, rewşa birîndaran metirsîdar e. Topbaran jî bi dijwarî didome.
Li aliyek din, şerê di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê de li taxa Şêx Meqsûd a xerbî didomin. Li gorî agahiyên ji wir hatin wergirtin, bi dehan çete di şer de hatine kuştin.
Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji 16’ê Sibatê ve rastî êrişên çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê tê ku ENKS’ê jî endamek wê ye. Di encama êrişan de heya niha 87 sivîlan jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 620 sivîlî jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN