• Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker her diçe zêde dibin. Di çalakiyên li Heftenîn, Xakûrkê û Şemzînanê de bi kêmanî 22 eskerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Li dijî înkar û qirkirinê gerîllayên HPGê şerekî mezin dikin. Di vê çarçoveyê de gerîllayan li Heftenîn, Xakûrk û Şemzînanê li dijî eskerên Tirk ên dagirker çalakî pêkanîn û di çalakiyan de bi kêmanî 22 esker hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan agahî da: “26’ê Hezîranê, di çalakiya li Şeşdarayê de 2 leşker hatin kuştin. 29’ê Hezîranê, li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyek hat kirin. Wê agahiyên li ser vê çalakiyê piştre bi raya giştî re bêne parvekirin. Heman rojê dagirker dema ji Girê Xantûr ber bi Dola Berazan ve diçûn hêzên me yekîneyek xistin kontrolê û çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de, 10 leşker hatin kuştin. Li devera Girê Dupişkê û li Girê Katosûlê di çalakiyên sekvaniyê de 2 leşker hatin kuştin. Şerê li Şemzînanê Hêzên gerîlla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê çalakî kirin. 28’ê Hezîranê, li Girê Legleg ê Şemzînan a Colemêrgê di çalakiyeke sekvaniyê de leşkerek hat kuştin. 29’ê Hezîranê, gerîllayan li Girê Cibrî yê Qereqola Bêzelê ya navçeya Şemzînan çalakiyek kirine. Di vê çalakiya bi bandor de hejmara kuştî û birîndaran diyar nebû. Şerê li Xakûrkê 29’ê Hezîranê, gerîllayan li herêma Xakurkê li Girê Koordîne çalakiyeke bi bandor li dijî leşkerên dagirker kir. Artêşa dagirker a TC’ê piştî çalakiyê bi helîkoptêrên êrişê bi helîkoptêrên Skorskyê kuştî û birîndarên xwe rakirin. Heman rojê eskerên dagirker ên di navbeyna Girê Lêlikanê û Kevortê de tevdigeriyan ketin kontrola gerîlla û bi çalakiyekê 3 esker hatin kuştin. Nasnameya Brûsk ê şehîd Di daxuyaniya xwe ya 29’ê Hezîranê de me gotibû 25’ê Hezîranê hêzên me li qada Dola Heyderan a navçeya Colemergê Geverê çalakiyek kirine, di çalakiyê de wesayitek hatiye rûxandin, 4 leşker hatine cezakirin û piştî çalakiyê dema tevgera dagirkeriyê hevrêyê me Brûsk Botan şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevrêyê me Brûsk wiha ye. Hevalê me Hasana Kanat bi nasnav Brûsk Botan li Şirnexê ji dayik bûye. Hevrê Brûsek li gel ciwaniya xwe jî tim çalak bû û ji hêla leşkerî ve xweş pêş ve bir. Di demeke kurt de bû gerîlayekî zîrek ê modernîteya demokratîk û li eniyên pêş, li dijî faîzma TC’ê bi berpirsyariyeke berevaniyê rabû. Heta kêliya dawî bi kedeke mezin têkoşiya. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Brûsk ê şehîd, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û em sond dixwin heta ku em xewn û xeyala şehîdên me, jiyana bi Rêbertiya azad re li Kurdistana azad pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bi serfiraziyê bi encam bikin.’’ ANF/BEHDÎNAN