Doza Apê Musa ku ev 22 sal in bi encam nebûye, her tim bi heman hincetê tê taloqkirin. Doza ku li 1’min Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin a herî dawî bi hinceta “Ewlehiyê” şandin bajarekî din. Dadgehê bi biryarek serbixwe doz pêşkêşî Dadgeha Makeqanûn a Cezayê ya Enqereyê kir. Dîsa hêjayî gotinê ye ku dosyaya Apê Musa û JÎTEM’ê ji aliyê heman dadgehê ve kirin yek. Kurê Apê Musa nivîskar Dîcle Anter li hemberî biryar dadgehê bertek nîşan da û diyar kir ku biryara hatiye girtin şaşe û bê hiqûqî ye.

22 salein bê encam e

Anter diyar kir ku 22 sal in qet rastî biryareke wiha sosret ne hatine û ev biryar wan matmayî hiştiye û wiha got: “Doza Apê Musa ev bi salan e li Dadgeha Bilind a Amedê tê dîtin. Lê mixabin heya niha tu encam ne hatiye bidestxistin. Her cara ku em diçin dadgehê, bi hêviya encamekî diçin lê tu encam tuneye û her tim doz tê taloqkirin. Lê em ne li benda biryareke wiha bûn. Sedema neqilkirina dozê jî ne “Ewlehiye” ya rast ew e ku domboriya dosyayê ye.”

Ev bûyer nayê jibîrkirin

Anter di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku doza Apê Musa heta niha qet rastî hincetek bi vî rengî nehatiye û ev tişt got:” Ev doza Apê Musa ne ya yekemîn e, ji ber ku ev doz bûye wek destanek. Her nifşê nû fêrî doza Musa Anter dibe. Ji ber vê yekê biryara bi vî rengî ne bi mantiq e. Bi tu awayî ev biryara nayê qebûlkirin.”

Biryarên şaş didin

Anter li ser doza Apê Musa ya ku bi JÎTEM’ê re kirine yek rawestiya û got ku dadgeha doz lê dihat dîtin rêbazek weke dadgeha nobedar be dide meşandin. Anter di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê ji bo îtirazkirina dozê serî li dozgeriyê bidin.



HULYA OKALÎN/DIHA/ÊLIH